Dadgehê 'Biryara rawestandinê' ya darizandina Helîn Şen red kir 2020-11-23 14:05:09   AMED - Heyeta 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê daxwaza parêzeran a "Biryara rawestandinê" ya darizandina bersûcê Helîn Hasret Şen, red kir.    Li Navçeya Surê ya Amedê di 12'ê Cotmeha 2015’an de polîsan zaroka 12 salî Helin Hasret Şen bi maşîna zirxkî ya Kobra gulebaran kiribû û qetil kiribûn. Pitî bûyerê der barê polîs Abdullah E.  de lêpirsîna "Bi taksirê bû sedema kuştinê" doz vekiribûn. Danişîna biryara dozê îro hat dîtin. 4'emîn danişîna dozê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê haet dîtin. Parêzerê malbata Helîn Hasret Şen xwestibû polîsê bersûc Abdullah E. bê darizandin û doz bê vekirin. Walîtiya Amedê jî bi hinceta "Destûra lêpirsînê" nedaye xwest darizandin bê rawestandin. Li ser vê yekê malbata Şen serî li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê da û îtîraz kir. Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytun û rêveberên komeleyê Ercan Yilmaz biryara walî îtîraz kirin û birin 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê. Parêzeran xwest biryara 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a amedê ku li ser daxwaza walî darizandin rawestandibû bê redkirin. Lê heyeta dadgehê daxwaza parêzeran red kir.