Bijîşkan xwest Dr. Şeyhmus Gokalp ê binçavkirî were berdan 2020-11-23 14:04:34   AMED – Konseya Navenda TTB’ê û Odeya Bijîşkan a Amedê binçavkirina Dr. Şeyhmus Gokalp şermezar kir û xwestin were berdan.    Konseya Navenda Yekîtiya Bijîşkan a Tirk û Odeya Bijîşkan a Amedê têkildarî binçavkirina endamê Desteya Rûmetê ya Bilind a TTB’ê Dr. Şeyhmus Gokalp li avahiya odeyê civîna çapemeniyê li dar xist. Sekreterê Giştî yê TTB’ê Vedat Bûlût, endamê Konseya TTB’ê Dr. Halîs Yerlîkaya, Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Dr. Elîf Tûran û rêveberên odeyê beşdarî civînê bûn. Tûran daxuyaniya çapemeniyê binçavkirina Dr. Şeyhmus Gokalp şermezar kir û xwest demildest were berdan. Tûran got binçavkirina bijîşkan li dijî wîjdanê ye û divê neyê jibîrkirin ku kesên tên binçavkirin bi Kovîd-19’ê jî dikevin. Tûran da zanîn ku Gokalp xwedî nirxê bijîşkiyê û wek bijîşkekî rûmetê bi îfadeyên şahidên çêkirî û delîlên bêbinî hatiye binçavkirin û wan binçavkirinê ji Yekîtiya Bijîşkên Cîhanê re ragihandine. Tûran got ew li cem têkoşîna Gokalp cih digirin.