Soylû yê xwedî tecawîzkar Orhan derketibû: Ev kuştinên jinan ji ku derket? 2020-11-23 13:51:26 ENQERE - Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû yê xwedî tecawîzkar Mûsa Orhan derketibû, aşkere kir di 10 mehên dawî de 234 jin hatin qetilkirin û pirsa, “Ev kuştinên jinan ji kuderê derket” kir.    Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû, di civîna “Nirxandina Têkoşîna Li dijî Tundiya Li Ser Jinê û Nava Malbatê” ya li Enqerê hat lidarxistin de axivî. Soylû, bal kişand ser qetilkirinên jinan û aşkere kir ku di navbera 1’ê Çile û 22’yê Mijdara 2020’an de, 234 jin hatin qetilkirin. Soylû, îdîa kir ku ji sedî 90 jinên di 6 mehên ewil ên sala 2020’an de, hatin qetilkirin serî li hêzên esker û polîsan ne da ne.    KESÊN REXNE KIRIN, KIR HEDEFÊ   Soylû, daxuyakirin ku nêzî 500 hezar peywirdarên eskerî hene û wiha pesnê xwe da: “Li tevahiya Tirkiyeyê, teşkilata me heye. Di çarçoveya 6284’an de, em dikarin tavilê ji van bûyeran agahdar bibin û bişopînin. Her serê sibê em vê hejmarê digirin. Tişta dikeve ser milê me em dikin. Lê hinek kes hene, qiyametê radikiln. Ma çima emê hejmarên şaş bidin? Dema zêde dibe, em dibêjin zêde bûye. Weke ku em hemû cînayetên jinan dikin, me sûcdar dikin.”   BANG LI ZILAMAN KIR   Soylû, di dewama axaftina xwe de, li gorî salan hejmara cînayetên jinan aşker kir û wiha got: “Di sala 2016’an de 304, di sala 2019’an de 336 jin hatin kuştin. Îsal jî, heya 20’ê Mijdarê 234 jin hatin kuştin. Di 10 salên ewil ên sala derbasbûyî de 308 û îsal jî 234 jin hatin kuştin. Ji zedî 24 kêmbûyîn heye, lê ji bo me tenê yek jî pir zêde ye.” Soylû, di dawiya axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Ez bang li zilaman dikim. Ka werin ser hişê xwe. Dibe ku hûn bi awayekê fîzîkî bi hêztir bin. Ma mirov şermeke wiha dike? Gelo hûn çi tetmîn dikin? Hûn çi datînin holê? Hûn bi vê çi bi dest dixin? Hûn kîjan hesta xwe mezin dikin? Eybe şerme. Gotineke dayika me heye. Şerme êdî neke.”      Bal kêşe ku Soylû yê ku ji zilaman re got “Şerme”,  berê demekê xwedî çawîşê pispor ê tecawîzî Îpek Er kiribû derket û kesên bertek nîşanî vê yekê dabûn jî kiribû hedef.