Doza KCK'ê ya Dîlokê: Eger Wezareta Dadê reformê dixwaze bila vê dosyayê bibîne 2020-11-23 13:47:41   DÎLOK - Yekemîn danişina doza KCK'ê ya Dîlokê ku 26 jê girtî 61 siyasetmedarên Kurd tên darizandin, dest pê kir. Parlamenter Mahmut Togrul bertek nîşanî darizandina siyasetmedaran da û got: "Eger Wezîrê Dadê dixwaze reforma darazê bibîne, divê berî her tiştî li vê dosyayê binere.    Bi fermana serdozgerê Komarê yê Dîlokê di 14'ê mijdara 2019'an de bi navê Masa Tirkiye ya KCK'ê li gelek navendan operasyon pêk hatibû. Di vê operasyonê de rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî di navde 57 siyaetmedarên kurd hatibûn binçavkirin. 35 kes piştî darizandinê bi îdeaya “Endamtiya rêxistinê" û “Propaganda rêxistinê" hatibûn girtin. 9 kes di darizandina navberê de hatibûn berdan. Danişîna doza siyasetmedaran li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dîlokê pêk hat. Di danişîna dozê de 26 jê girtî 61 siyasetmedarên Kurd tên darizandin. Di danişînê de parlamenterên HDP'ê Fatma Kurtalan, Omer Ocalan, Mehmet Ruştu Tiryaki û Mahmut Togrul, Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyik, dayikên aştiyê û gelek kesên din tev li danişînê bûn. Di danişînê de 30 siyasetmedar serbezt û parêzerên xwe li salonê amade bûn. 26 siyasetmedarên girtî jî ji Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê bi rêya SEGBİS'ê tev li danişînê bûn. Parêzeran parastin kir û xwest muwekilê wan bên beraet kirin. HDP'ê xwest mudahilê dozê bibin. Lê heyeta dadgehê ev daxwaza HDP’ê red kir. Serokê dadgehê jî xwest girtiyên siyasî di daninişînek din de bînin salonê û ji bo vê yekê xwest ji Rêveberiya Girtîgehê re nivîs bê nivîsandin.    Heyetê piştî navber da danişînê parlamenterên HDP'ê daxuyanî dan. Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul, anî ziman ku salek zêde ye siyasetmedarên kurd neheq girtî ne. Togrul, da zanîn ku HDP 3'emîn partiya mezin a meclisê ye û wiha got: "Em li vir dibêjin, dozger bibîne jî nebîne jî em li meclîsê partiya herî zêde bi bandor in. Divê hûn zanibin. Ev darizandina li vir tê kirin tasfiyeya siyasî ya li Dîlokê ye. Xwestin deriyê partiya me kîlît bikin. Lê em li ber xwe didin. Yên ev zilm ji bo partiya me rewa dîtin bûn 3 perçe. Em bang li Wezîrê Dadê ditkin. Eger Wezareta Dadê dixwaze reforma darazê bibîne, divê berê xwe bide vê darizandina li Dîlokê. Wê demê dê zanibe reforma darazê çiye. Em dixwazin hevalên me bi lez serbest berdin."    KESÊN TÊN DARIZANDIN   Kesên tên darizandin wiha ne: Hevserokên DBP'ê ya Dîlokê yên berê Fadile Dikici û Abdullah Înce, Hevserokên HDP'ê yên berê yên Dîlokê: Muslum Kılıç, Hevserokê DBP'ê yê berê yê Şehitkamil Selman Tutumlu, Hevserokê HDP'ê yê berê yê Şahinbey Mehmet Ozkan, Hevserokê BDP'ê yê Şehitkamilê Tahir Altug, Hevserokê HDP'ê yê berê yê Şahinbeyê Îsmail Berkpınar, Hevserokê HDP'ê yê berê yê Şehitkamilê Bircan Demir, Dayika Aştiyê Durrî Kaygusuz, Endamê Meclîsa HDP'ê Omer Faruk Koç, Guler Erat, Fatma Lebe, Rêveberê Kurdî Derê ya bi KHK'ê hat girtin Mehmet Zeki Demir, Rêveberê HDPê yê Şahinbeyê Şukrullah Ozalan, Rêveberê DBP'ê yê berê Nafi Demir, Endamê HDP'ê Saymanı Kasım Şan, Rêveberê DBP'ê yê berê Emin Kavak û Ahmet Îlbaş, Rêveberê HDP'ê yê Dîlokê Mustafa Tuç, Xebatkarên HDP'ê Şefik Sondu, Mehmet Çiftçi, Nesime Çınar, Hasret Ergin, Habat Gengeç, Mehmet Emin Gumuştekin, Muslum Şahinsoy, Serhat Yıldırım, Suleyman Yagiz, Diyar Bayram, Halîl Kiliç, Cumali Taşçi, üniversite öğrencisi Ramazan Kuas, Azime Bali, Muslum Ozkan û Çengiz Tunç, Servet Bayram, Mahmut Aycan, Şahin Demir, Ali Yıldız, Mehmet Karayılan, Sultan Bayındır, Hamza Bayındır, Faik Dursun, Guli Yaman, Mehmet Şahin, Nuray Goktepe, Bedran Fermanoğlu, Sedıka Yaman, Mustafa Yucel, Bekir Emlik, Hatice Kuçuker, Îbrahim Kaya, Sultan Ozalp, Abdurahman Yalın, Avukat Ahmet Hartavi, Azad Îder, Diyar Beçet, Erol Daşdelen, Hasret Ergin, Huseyin Kılıç, Omer Gumuştekin û Merve Oztep. “