Pezkoviyên ku dikevin ava bendavê dimirin 2020-11-23 13:35:21   DERSIM – Pezkoviyên ku dikevin ava Bendava Pembelîkê dimirin. Gundiyan banga pêşî lî girtina mirina pezkoviyan kir.    Li Bendava Pembelîk a li ser Çemê Perî ya li Gundê Hanikê ya girêdayî navçeya Qisle ya Dersimê hatiye çêkirin dibe sedema mirina pezkoviyan. Pezkoviyên ku li gorî baweriya Dersimê wek “Pezkoviyên Xizir” pîroz tên dîtin, dikevin ava bendavê û dibe sedema mirina wan. Şêniyên gundê Hanika bertek nîşanî tevdîr negirtina ji bo pezkoviyan dan û xwestin li tavilê tevdîr werin girtin.    XELKÊ GUND JI BO PEZKOVIYAN XEMGÎN E   Şêniyên gund wiha gotin: “Em dibin şahid ku pezkovî car carnan dimirin. Ev bû cara pêncemîn. Ji berk u em li kêleka bendavê ne, em mirina wan dibînin. Yên ku em nabînin jî hene. Sê meh berê pezkoviyek li ber çavê me di nava avê de perpitî û mir. Ji ber ku kesî bi avjeniyê nizanibû, em nikarin pezkoviyan rizgar bikin. Ji roja ev bendav hatiye çêkirin ve dibe sedema mirina pezkoviyan. Em şêniyên gund pir xemgîn in. Li herêma me pezkovî pir hene. Em wan xwedî dikin. Em pir girêdayî wan in. Em pir xemgîn dibin ku bi vî awayî zirarê dibînin. Em ji bo vê yêkê nikarin tevdîran jî bigirin.”