Dixwazin xwişk û birayên hev ên ji Hesekê der sînor bikin 2020-11-23 13:03:57   WAN - 2 xwişk û birayên hev, ên ji bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bûn û hatin binçavkirin, dixwazin der sînor bikin.     2 xwişk û birayên hev Basel Majdîn Sammo û Jawahir Majdin Sammo yên ji bajarê Hesekê ya Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2016’an de, derbasî Iraqê bûn û ji vir jî xwestin derbasî Tirkiyeyê bibin, li navçeya Robarok Colemêrgê ji aliyê eskeran ve hatin binçavkirin. 2 xwişk û birayên hev, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li wan hatibû birîn. Basel û Jawahir, piştî 3 sal û 8 mehan di Girtîgeha Tîpa T a Wanê dimînin, di 4 Mijdarê de, sewqî Navenda Paşve Şandinê Kûrûbaş (GGM) a li navçeya Artemêtanê tên kirin.    Îdareya Penaberiyê ya Wanê, di 5’ê Mijdarê de, bi hinceta “Gefa ewlekariya çemawerî ava dikin” derbarê her du xwişk û birayan de biryara der sînorkirinê da. Îdareyê, di heman demê de têkildarî her du xwişk û bira de, heya 6 mehan biryara “dibin çavdêriyê de bên girtin” da.    SEDLÊDAN HAT REDKIRIN    Parêzerê her du xwişk û bira, biryara dadgehê îtîraz kir û serî li Dadgeha Cezayê Eslî ya Wanê da. Lê dadgehê serlêdanan parêzer red kir. Parêzer di heman demê, biryara der sînorkirina her du xwişk û bira îtîraz û serî li 1’emîn Dadgeha Îdarî ya Wanê da.    Malbata her du xwişk û bira, derbarê rewşa zarokan de bi fikarin ku Tirkiye wan bişîne Îdlîpê ya jî Cerablûsê ku li van herêman hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê hene.    MALBATÊ SERÎ LI ÎHD’Ê DA    Dayika her du xwiş û birayên Sammo Fense Alî ya li Wanê dijî, ji bo zarokên xwe serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Wanê da. Dayik Fense Alî, gumanên xwe anî ziman û wiha got: “Ez naxwazim zarokên min biçin derveyî welat û teslîmî Sûriyeyê bên kirin. Ez dixwazim zarokên min gel min bimînin. Ez nizanim wê çi bibe.”