Komîsyona Penaber û Koçberan a HDP’ê: Em ê bibin dengê Z.M. a îranî 2020-11-23 12:42:57 ENQERE – HDP’ê diyar kir ku wê danişîna hêzên ewlehiyê ku li Navenda Vegerînê ya Wanê dest dirêjî Z.M. a îranî kiribûn bişopînin û got ku ji dewletê gilîker in.   Hevberdevkên Komîsyona Penaber û Koçberan a HDP’ê Gulsum Agaoglû û Velî Saçilik, derbarê destdirêjiya ku li Navenda Vegerînê ya Wanê li Z.M. a ji Îranê hatibû Tirkiyeyê hatibû kirin daxuyaniyeke niviskî weşandin.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî Z.M. ji Îranê derbasî Tirkiyeyê bûye li Otogara Wanê hatiye binçavkirin, destpêkê wê polis wê dibin Miduriyeta Polisan a Wanê û piştre jî dibin Navenda Vegerînê ya Wanê û li vir gelek caran hêzên ewlehiyê dest dirêjî wê dikin.    Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku danişîna doza ku piştî giliya Z.M. li tecawizkarên wê hatiye vekirin dê di 26’ê mijdarê de li Edliya Wanê bê dîtin û wê danişînê bişopînin û ji dewletê bibin gilîker.