Jinan giliyê polîsan kir lê dozger biryara ‘dozvenekirinê’ da 2020-11-23 12:31:18   ENQERE – Jinên di çalakiya reqa Las Tesîs de bi lêdan û binçavkiririnê re rûbirû man derbarê polîsan de gilî kirin. Derbarê gilîkirina jinan de biryara “dozvenekirinê” da.    Li Enqereyê di 12’ê kanûna 2019’an de polîsan mudaxileyî çalakiya reqsa Las Tesîs kiribû û 9 jê jin 10 kesan binçav kiribû. Ev jin bi lêdana polîsan re rûbirû mabûn. Ji jinên hatibûn binçavkirin Aysun Gençtanin, Bûse Uçer, Esmanûr Çaglak, Meziyet Yildiz û Nebiye Mertturk, ji ber kirinên polîsan derbarê wan de gilî kiribûn. Dozgeriya Enqereyê serlêdanan gilîkirinê ya jinan nirxand û biryara “dozvenekirinê” da.    Jinên Civakî yên Hiqûqê derbarê biryarê de daxuyanî dan û diyar kirin ku ew qet ne biyaniyê vê biryarê ne û xwestine bi vê biryarê tundiya dewletê û kiryarên tundiyê veşêrin û xelat bikin. Jinên Civakî yên Hîqûqê gotin ew ê di 25’ê Mijdarê de li dijî van kirinan û biryara dij hiqûqî ya dozgeriyê serî li dozgeriyê bidin û îtîraz bikin.