HDP: Îqtîdar di tevdîrên dij koronayê de biserneket 2020-11-23 12:11:21   STENBOL – Hevberdevkê Komîsyona Tenduristiyê û Civakî ya HDP’ê Dr. Samet Menguc diyar kir ku îqtîdar ji bo şewba vîrûsa koronayê tevdîrên pêwîst nagire û di têkoşîna pandemiyê de nesekeftî ye û xwest tevdîrên xurt werin girtin.    Hevberdevkê Komîsyona Polîtîkayên Tenduristî û Civakî yê HDP’ê Dr. Samet Menguç têkildarî rojeva pandemiyê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Menguç anî ziman ku bi têkoşîna koronayê re encax jiyanek nû û paradîgmaya ramanek nû mimkin e û di vê çarçoveyê de divê Wezîrê Tenduristiyê îstîfa bike. Menguç got li Tirkiyê di mehên adar, nîsan û gulanê de bi hin tevdîrên hatin girtin re û bi têkoşîna bêhempa kedkarên tenduristiyê re di rêjeyek mezin de ev nexweşîn hat kontrolkirin.    ‘KETINE DERDÊ BERJWENDIYÊ’    Menguç da zanîn ku bi ji ber pêla pandemiyê ya ewil biryarên zû yê bêberpirsiyarî hatine girtin pêlek şewbê ya cidî çêbû û got: “Di serî de li Stenbolê û li gelek bajarên me din li nexweşxaneyan tengezariyên pir cidî derdikevin. Îro li Tirkiyê tekane sedema pêla şewbê ku zêde bûye; ji ber ku ne tenduristiya xelkê ketine derdê polîtîkayên aborî yê neolîberalê û dewlemendkirina sermayedaran.”    ‘BERPIRSIYAR WEZÎR Û HIKUMET’   Menguç diyar kir ku ji destpêka pandemiyê heta îro li tevahiya dinyayê li gorî qeydên fermî 60 milyon însan bi koronayê ketiye û ev yek bi lez û bez berdewam dike û heta niha milyonek û 400 însan jiyana xwe ji dest daye. Menguç anî ziman ku li Tirkiyê daneyên koronayê ji raya giştî û ji zanista cîhanê re tên veşartin û got: “Divê tevdîrên tibî, civakî û ekonomik bihatana girtin lê nehatin girtin. Ji destpêka pandemiyê ve di têkoşîna li dijî koronayê de rayedar mehkûmî neserkeftinê bûn. Hejmara nexweşan û mirinan li ber çavan e û ev hejmar zêde dibe. Baş e qey bepirsiyarek vê rewşa di pandemiyê de qewimî nîne gelo? Helbet heye ew jî Wezîrê Tenduristiyê û hikumeta heyî ye ku têkoşînek xurt û tevdîrên xurt negirt.”    Menguç di dawiya axaftina xwe tevdîrên ku divê werin girtin rêz kir û got armanca HDP’ê ya di vî warî de ne cihêkarî û bêddaletî ye û dixwaze polîtîkayên li gorî dilê civakê werin birêvebirin.