Ji bo operasyonê li çar gundan derketina derve qedexe kirin 2020-11-23 10:58:51   MÊRDÎN – Ji bo operasyona leşkerî li navçeyên Midyad û Kerboranê li çar gundan qedexeya derketina derve hat îlankirin.    Li navçeyên Midyad û Kerboranê yên Mêrdînê, ji bo operasyoneke leşkerî li gundan qedexeya derketina derve hat îlankirin. Walîtiya Mêrdînê, derbarê operasyonê û qedexeyê de daxuyaniyek da û ragihand ku ji bo operasyonê li gundên Doluca ve Gelête yên Midyadê û li gundên  Rovêre û Gizrî yên Kerboranê qedexeyên derketina derve hatine îlankirin. Li gorî çavkaniyên herêmê duh ji saetên êvarê ve liv û tevgera leşkerî li herêmê heye lê derbarê şer û pevçûnan de agahî nehatin bidestxistin.