Li Mêrsînê lênêrînên awarte tijî bûn: Rojê 20-25 kes dimirin 2020-11-23 09:05:17 MÊRSÎN – Hevserokê Şaxa SES’ê ya Mêrsînê Dr. Zekî Sînan Dogan, bal kişand ser rewşa şewbê ya li bajêr û got: “Rojane hejmara pêketiya 700’î derbas dike û lênêrînên awarte ji sedî sed dije bûne. Rojê 20 an jî 25 kes jiyana xwe ji dest didin. Her ku diçe rewş girantir dibe.” Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Mêrsînê Dr. Zekî Sînan Dogan, diyar kir ku li bajêr rojane hejmara pêketiyên şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) 700’î derbas dike û da zanîn ku li gorî mehên derbas bûyî ev hejmara bûye du qat.    ROJÊ 700 KES BI ŞEWBÊ DIKEVIN   Doğan, anî ziman ku ew berevajî Wezareta Tenduristiyê, cudakariyê naxin navbera nexweş û pêketiyan û wiha axivî: “Me ji cihên ku sendîkaya me lê bi rêxistinkiriye, agahî girtin û ji van agahiyan jî em daneyek derxist holê. Hejmara pêketiya ji 700’î zêdetire. Em baş dizanîn ku tenê li Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê, rojê 8 kes jiyana xwe ji dest didin. Li Mêrsînê 5-6 nexweşxaneyên mezin hene. Bi giştî di nava rojê de 20-25 kes jiyana xwe ji dest didin. Em wisan texmîn dikin. Êdî rewş wisan bûye, lênêrînên awarte yên nexweşxaneyên pandemiyê ji sedî 100 tije bûne. Rewş pir xirab bûye. Êdî neçar dimînin ku nexweşên hinek baş jî bibûn, ji nexweşxanê derbixin û yên rewşa wan girantir bixin şûna wan.”   ‘DIVÊ QEDEXEYAN TAM BÎNIN’   Dogan, dest nîşan kir ku hikumeta serî li bergiriyên demkî dide û wiha got: “Ev jî dibe sedem ku hejmara pêketiyan zêdetir bibe. Ji bo ku ev rewş bê çareser kirin, herî kêm divê heya 14 rojan her der bên girtin. Em qedexeyên hikumetê yên demkî rexne dikin. Hikumet tenê di dîtinê de dibêje ‘em bergiriyan digirin.’ Yanî xelebalixiya heyî hepsî malan dike. Evê jî bibe sedem ku şewb zêdetir bibe. Di vê bi awayekê giştî bergirî bên girtin. ”   MA / Omer Akin