Serperiştê Wezareta Karên Hundir kitêboka wezaretê ya qeyûman derewand 2020-11-23 09:04:53 MÊRDÎN - Serperiştê Wezareta Karên Hundir, kitêboka wezaretê ya derbarê qeyûman de ku têde deynên qeyûman weke “razemenî” hatine parastin û nelirêtî hatine înakarkirin, derewand. Şaredariyên ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di Hilbijartina Herêmî ya 31’ê Adara 2019’an de qezenc kiribûn, 48 ji wan hatine desteserkirin û ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve qeyûm tayînî şûna hevşaredarên wan hatine kirin. Şaredariyên ku qeyûm tayînî şûna hevşaredarên wan hatine kirin, bi nelirêtî û bertîlê ji rojevê nakevin.    HÊ JÎ KITÊBOK NEHATIYE WEŞANDIN   Miduriyeta Giştî ya Rêveberiya Bajaran a girêdayî Wezareta Karên Hundir, bi ser navê “Şaredariyên ku ji Terorê Hatine Paqijkirin û Xizmetên Wan” derbarê şaredariyên desteserkirî de kitêbokek amade kir. Qunciknivîsên rojnameyên nêzî desthilatê û Ajansa Anadoluyê, hûrgiliyên vê kitêbokê di 14’ê mijdarê de kirin nûçe û li gorî nêrîna xwe ji raya giştî re ragihandin. Kitêbok hê jî di malperên wezaret û yekîneyên girêdayî wê de nehatiye weşandin.   160 MILYON DEYNÊ NÛ BÛYE ‘RAZEMENÎ’   Di kitêbokê de cih ji Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin û gelek caran bi bi nelirêtî û bertîlan ketiye rojevê re jî hatiye veqetandin. Di kitêbokê de hatiye angaştkirin ku Şaredariya Mêrdînê 292 milyon deyn razandiye û di heman demê de xerckirinên ku bi deyn hatine kirin jî bi van gotinan “307 milyon lire razemenî hatiye kirin” weke razamenî hatiye ragihandin.    HDP’Ê ŞAREDARIYÊ BI DEYN DEWR GIRTIBÛ   Lê rastî ji van daneyan dûr in. Lewre HDP’ê di 31’ê Adara 2019’an de şaredariyê bi Milyarek û 20 milyon TL deyn dewr girtibû. Dema ku qeyûm Mûstafa Yaman ji peywirê hat girtin û qeyûm Mahmût Demîrtaş hat şûna wî, bi lêkolînekê derxistibû holê ku ev deyn derketiye Milyar û 180 Milyonî. Heta ji ber vê yekê şaredarî di hêla xizmetan de asteng bûbû û di hin xizmetên xwe de sextekariyê kiribû.    WEZARET DIBÊJE ‘DEREW’ LÊ 9 KES HATIBÛN GIRTIN   Di kitêbokê de yek ji beşa balkêş jî beşa “Derewên Derbarê Kirarî û Karên li Dijî Mevzûata Îhaleyê” ye. Di vê beşê de tê angaştkirin ku karmendên venêrinê yên wezaretê, dozger û venêrînerên Sayiştayê, di îhalên qeyûman de tiştekî nelirê tespît nekirine. Lê piştî ji peywirgirtina qeyûm Mûstafa Yaman li Şaredariya Mêrdînê, ji ber nelirêtî û bertîlê 9 kes hatibûn girtin û derbarê 75 kesan de jî lêpirsîn hatibûn destpêkirin.    SERPERIŞTÊ WEZARETÊ BI RAPORÊ WEZARETÊ DIDEREWÎNE   Her wiha serperiştê wezaretê jî vê angaşta wezaretê bi awekî fermî derewandiye. Li gorî raporên Serperiştiya Mulkiyeyê, serperiştiyê dema lêkolînên li şaredariyê ev sûcdarî li rêveberên qeyûm kirine: “Dema peywira xwe derfetên şaredariyê ji bo armancên xwe yên şexsî bi kar aniye, rayedarê xerckirinê bi awayekî aşkera li dijî mewzûata kirarî û karên îhaleyê tevgeriyaye, di parastin û radestkirina amûrên şaredariyê de di asteke bilind de kêmanî hene, alîkariyên ku ji aliyê serokatiya daîreyê ve hatiye kirin negihiştine cihê xwe û tenê li ser kaxiz ev hatiye kirin.”   LI DIJÎ TUNDIYA LI SER JINÊ DERKET BI ÇALAKIYA ‘DERVEYÎ QANÛNAN’ HAT SÛCDARKIRIN   Di beşa kitêbokê ya bi ser navê “Derewên Derbarê Girtina Kar, Guhertina Cihê Kar û Derxisina ji Kar” de beyî ku navê bê dayîn derbarê Seroka Daîreya Jinan û Xizmetên Ciwanan Gulîzar Îpek de jî hatiye abgaştkirin ku redkirina wê ya ji karmendiyê li gorî qanûnan hatiye kirin. Dîsa tevlîbûna Îpek a çalakiyên 25’ê Mijdarê û şermezarkirina tayînkirina qeyûman weke “çalakiyên derveyî qanûnan” hatiye nîşandan. Lê cih ji biryara darazê ya têkildarî Îpek re nehatiye veqetandin   MA / Ahmet Kanbal