Serlêdana HES’ê ya li Geliyê Zîlan hat redkirin 2020-11-23 09:04:52 WAN - Serlêdana li dijî rapora ÇED’ê ya ji bo HES’a ku çekirina wê li Geliyê Zîlan a Erdîşê dewam dike, bi hinceta “dozdar li qada ku proje lê tê çêkirin namîne” hat redkirin.  Xebata projeya Santrala Hîdroelektrîkê (HES) ya li Geliyê Zilan ku di sala 1930’an de bi hezaran kurd bi awayekê komî lê hatibûn qetilkirin û li navçeya Erdîşê ya Wanê dimîne, dewam dike. Di pêvajoya şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) de, lez dan xebatên projeyê. Welatiyên herêmê yên li dijî projeyê derdikevin, hemû hewldanên wan ên hiqûqî bê encam dimînin.     Ji niştecihên herêmê Şahabettîn Demîr, berî demekê têkildarî projeya “Zêdekirina Kapasîte û Revîzyona Projeya HES û Regulatora Zilan” a ji aliyê Şîrketa Anonîm a Hilberîna Elektrîka Zilan ve tê çêkirin serî li Wezareta Derdor û Bajarvaniyê da bû. Lê wezaretê biryar da bû ku “Nirxanda Bandora Derdorê (ÇED) ne pêwîte” da bû. Demîr ev biryara wezarê bir Dadgeha Daîreya 1’emîn a Wanê.    Demîr di serlêdana kir de, diyar kiribû ku biryara ÇED’ê li dijî hiqûqê û divê bandorên HES’ê yên li ser derdorê bên nirxandin. Wezareta Derdor û Bajarvaniyê jî, di parastina ji dadgehê re şand de, biryara xwe parast û dîsa got pêwîstî bi ÇED’ê tuneye. Wezaretê îdîa kir ku projeya bûye mijara dozê, li gorî   mewzûatê guncawe û redkirina dozê xest.    DADGEH: TÊKILIYA BERJEWENDIYÊ TUNE YE   Dadgehê jî, bi yek dengî serlêdan red kir û wiha got: “Têkiliya berjwendiyê tuneye, berjewendiyek meşrû û ronane heye.”    Dadgehê, di heman demê de, diyar kir ku mala Demîr ji qada projeye dûre û wiha lê zêdekir: “Li nêzî mala Demîr a li Taxa Koçkopru û Bendava Koçkopru avakirina tu projeyan tuneye.” Dadgehê ji ber vê sedemê serlêdana Demîr red kir.    Dadgehê li gel vê yekê, biryar da ku 206 TL lêçûnên darazê ji aliyê dozdar Demîr ve bê dayîn.    DOZDAR: HES BANDORÊ LI MIN JÎ DIKE   Berdevkê Platforma Ekolojî ya Zilan Şahabbetîn Demîr bertek nîşanî vê biryara dadgehê da û wiha axivî: “Me 20 malbatan çêkirina HES’ê îtîraz kir. Lê ligel vê jî xebatên HES’ê dewam dikin. Pir manîdara ku navê fîrmanê Zilan A.Ş. ye. Li cihê komkujiyê lewheya Zilan A.Ş. çikandine. Em dixwazin bêjin em li dijî vê derdikevin.”    Demîr, da zanîn ku niştecihên herêmê yên li dijî fîrmayê derdikevin, ji aliyê eskeran ve tên tehdîtkirin û wiha got: “Welatî dibin zextan de ne. Emê biryara dadgehê îtîraz bikin û serî li dadgehên bilindtir bidin. HES di warê sewalkariyê de bandorê li min dike. Li herêmê bi sedan nebatên giha yên kêm tên dîtin ên zindî hene. Ji ber HES’ê wê tune bibin. Dîsa di gelî de masiyên samûrû û bi simbêl hene. Evê tune bibin. Zozanên me wê tune bibin. Heywanên me wê jehrî bibin.”    TEVGERÊN EKOLOJIYÊ REXNE  KIR   Demîr, tevgerên ekolojiye rexne kir û wiha pê de çû: “Dixwazin bi çêkirina HES’ê, Zîlana di hafizeya gelê kurd de cardin zindî bikin. Ev bi bendavan jî dibe û bi HES’an jî dibe. Weke gelê Zilan hêviyên me ji tevgerên ekolojîk hebû. Lê me tu piştgirî ji wan nedît. Bertekên li dijî hin herêmên cuda tên nîşandan, me ji bo vir nedît. Em ê destûr nedin ku ev doz bi dawî kirin. Ev biryarek polîtîke. HES wê bibe sedema koçberiyek bi zorê ya ji Zîlanê. Wê li Zîlan 4 HES’ên din ava bikin. Em li dijî vê yekê ne.”    MA / Gokhan Altay - Mujdat Can