Sancar: Bandora AYM’ê tune be divê mirov li ser AYM’ê fatiha bixwîne 2018-01-15 12:16:14 WAN – Parlamenterê HDP’ê Mîthat Sancar biryara dadgeha herêmî ya li dijî AYM’ê nirxand û got: “Dema DMME bibêje ‘Tu bandora têgihiştin û biryarên AYM’ê tune’ divê mirov xutbeyek xatir xwestinê li ser AYM’ê bixwîne.”  Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê û profesorê Destûra Bingehîn Mîthat Sancar biryara Destûra Bingehîn (AYM) ku ji bo rojnameger Şahîn Alpay û Mehmet Altan da û biryara dadgeha herêmî ku li dijî biryara AYM’ê da nirxand.    ‘LI TIRKIYEK HIQÛQ TUNE YE’    Sancar diyar kir ku li Tirkiyeyê jixwe dewleta bi hiqûq ne xûrt e û got: “Di du salên dawî de bi OHAL’ê re dewleta bi hiqûq temamî ji holê hat rakirin. Êdî mirov nikare bêje dewleta bi hiqûq heye. Divê mirov viya baş bibîne. AYM biryarên bê helwest dide. Lê wek saeta xerabeyî di 24 saetan de carek be jî rastiyê dide nîşandan. AYM biryarên rast jî dide. Mînak biryara ji bo Şahîn Alpay û Mehmet Altay biryarek rast bû. Divê AYM’ê ji bo wekîlên me yên girtî jî heman biryarê bidaba.”    ‘BIRYARA DADGEHA HERÊMÎ DAWÎ ANÎNA AYM’Ê YE’    Sancar anî ziman ku li gel AYM’ê biryarek rast da jî lê dadgeha herêmî li dijî vê biryarê derket û wiha dewam kir: “Vê biryarê di heman demê de da nîşandan ku êdî tu erkdariyek AYM’ê nemaye. Biryarên Dadgehên Cezayê Giran (ACM) êdî bi awayekî fermî îlana dawî anîna AYM’ê dan. Biryara AYM’ê ji bo herkesî derbasdar e. Ev hukmek Desûra Bingehîn e. Tu maf, erk û derfetê dadgeha herêmî tune ye ku bêje ‘ez biryara AYM’ê nas nakim.’ Ev yek wisa şêwazek bir xuya û zelal e. Ji bo pergalek bi hiqûq jêneveger e. Dadgeha herêmê li dijî AYM’ê serî rakir.”    ‘DAXAUYANIYÊN HIKUMETÊ LI SER AYM’Ê ZEXTAN KIR’    Sancar destnîşan kir ku hikumet li ser dadgehan bandora xwe çêdike û got: “Daxuyaniya Berdevkê Hikumetê Bekîr Bozdag, daxuyaniyên rayedarên din ên hikumetê, weşangeriya medyayên nêzî hikumetê  dan nîşandan ku çiqas hikumet ji AYM’ê re serdest e û bandora wan li ser heye. Ne hewceyî ferman dayînê bû. Ji xwe van daxuyaniyan li ser AYM’ê zext ava kiriye û wêrekiyê dan dadgehên herêmî.”    'DMME DIKARE BÊJE BANDORA BIRYARÊN AYM’Ê TUNE YE’    Sancar da zanîn ku di hin xalên hiqûqî de bêyî ku serlêdana takekesî ji bo AYM’ê bê kirin mirov dikare serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bide û ev tişt got: “Piştî mînaka Alpay û Altan, DMME dikare ji bo ‘Di biryarên AYM’ê di pratîkek encam neda’ têgihiştinek li pêş bixe. Ji ber vî awayî DMME dikare ji bo bûyeran yek bi yek rêzik deyne. Dadgeha herêmî wek salên 1990’an ku biryar dida ji ‘Biryara AYM’ê nas nakim.’ Dema wiha bêje dê ev yek wek darbeyekê be li dijî AYM’ê. Dema DMME bêje ‘Tu bandora têgihiştin û biryarên AYM’ê tune’ dê êdî ev rê li ber merasîma cenazeyê AYM’ê vebike. Dema têgihiştinek wiha jî derbikeve divê mirov xutbeyek xatir xwestinê li ser AYM’ê bixwîne.”    MA / Mahmut Ruvanas – Mujdat Can