Ji bo kongreya HDP’ê mîlyonek vexwendname hatin çapkirin 2018-01-15 12:04:36 ENQERE - HDP’ê ji bo 3'yemîn Kongreya Mezin a Asayî ku dê di 11’ê Sibatê de li dar bixe, mîlyonek vexwendname çapkirin û kesên navdar ên 7 parzemînan pêk tên vexwend kongreyê.  Hat diyar kirin ku bi deh hezaran mirov di 3'yemîn Kongreya Mezin a Asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku dê di 11’ê Sibatê de bê lidarxistin, li hev bicivîn û amadekariyên kongreyê bê navber didomin. Ji bo amedekariyên kongreyê heya niha li 8 herêman  ji 100’î zêdetir konferans hatin lidarxistin û mîlyonek vexwendname hatin amedekirin. HDP êdî vexwendnameyan ji xwediyên wan re dişîne.    Li bendêye ku di asta navneteweyî de beşdarvanî ji kongreyê re çêbe.  Di vê çarçoveyê de herî kêm ji bo 300 navên girîng û navdar vexwendname hatin şandin. Endama Rêxistina Rizgariya Gelê Fîlîstînê Leyla Xalîd, Serokê Partiya Karkerên Îngîltereyê Jeremy Corvbyn, Fîlozofê navdar ê cîhanê Noam Chomsky ji bo kongreyê hatin vexwendin. Ji welatên Afrîka Başûr heta Kubayê, ji Venezuelayê heta Sûriyê vexwendname ji bo nûnerên partî û rêxistinên cûda hatin şandin.     Kongre dê li Salona Sporê ya Arenaya  Enqerê pêk bê û dê HDP ji bo parastinê herî kêm hezar kesan erkdar bike.