Turmen: Pêdiviya Tirkiyeyê bi HDP’ê heye 2018-01-15 11:23:01 ENQERE – Dadgerê DMME’ê Riza Turmen nîqaşên têkildarî HDP’ê nirxand û got: “Pêdiviya Tirkiyeyê bi HDP’ê heye. Divê partiyên wek HDP’ê ji nû ve bên bihêzkirin û hêzên din ên demokrasiyê bîne gel hev û tabloya heyî dikare bê guhertin.”  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 11’ê sibatê de kongreya xwe ya awarte li dar bixe. Nîqaş û nirxandinên der barê HDP’ê de jî dewam dikin. HDP ji hêlekê ve ji aliyê darazê ve hatiye dorpêçkirin û li aliyê din jî ji bo dema nû di nav xwe de nîqaşan dike û da ku ji bo siberojê bibe bersiv. Hin destwerdanên li derve jî dixwazin herîkina nîqaşên li ser HDP’ê biguherîne. Nîqaşên li ser HDP’ê bi daxuyaniya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku got dê nebe namzet dest pê kirin. Dadgerê berê yê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û Parlamenterê CHP’ê Riza Turmen jî beşdarî van nîqaşan bû.    'DIVÊ DÎNAMÎKÊN RASTÎ ÊRÎŞÊ TÊN BÊN BIHÊZKIRIN’    Ji damezrînerê înîsiyatîfa Ji Bo Demokrasiyê Yekîtî Turmen ji Ajansa me Mezopotamyayê re nirxandin kir. Turmen diyar kir ku divê nîqaşên li ser HDP’ê ji bo xizmeta mezinkirina wê be. Turmen şert û mercên Tirkiye di nav de derbas dibe bibîr xist û got: “Rejîma yek zilamî tê avakirin. Rejîma OHAL û KHK’ê mayînde bû. Li dijî vê yekê divê hêzên demokrasiyê bi hev re liv û tevger bikin û pêwîste hêzên xwe mezin bikin.”    ‘PÊDIVIYA TIRKIYEYÊ BI HDP’Ê HEYE’    Turmen destnîşan kir ku HDP hêzek girîng û dînamîk e û ev tişt got: “Jixwe HDP ji ber vê yekê rastî êrîşan tê. Wekîlên wê tên girtin. Hevserokên wê hedef tên girtin. Tenê ne HDP, tevahiya dînamîkên civakê hedef tên girtin. Li dijî vê rejîma êrîşkar û zextan dike tenê divê xwedî li van dînamîkan bê derketin û ew bên mezinkirin. Nîqaşên derbarê HDP’ê de tên meşandin girtîng in. Lê divê ev nîqaş HDP’ê ji taqetê nexînin. Divê ji bo mezinkirian HDP’ê xizmet bê kirin. Ji ber ku pêdiviya Tirkiyeyê bi HDP’ê heye. Divê partiyên wek HDP’ê ji nû ve bên bihêzkirin û hêzên din ên demokrasiyê bîne gel hev û tabloya heyî dikare bê guhertin.”    MA / Kenan Kirkaya