Nexweşa penceşêrê ya bertek nîşanî wezîr dabû jiyana xwe ji dest da 2018-01-15 10:43:41 NAVENDA NÛÇEYAN – Xwendekara Zanîngehê Dîlek Ozçelîk (27) a nexweşa penceşêrê ku ji bo dermankirina xwe alîkarî ji Wezîrê Derdor û Bajarvaniyê Erdogan Bayraktar ê wê demê xwestibû û pere xistibû berîka wê û wê jî pere bi gotina “Ez ne parsek im” lê zivirandibû, jiyana xwe ji dest da.  Dîlek Ozçelîk a 27 salî ku li navçeya Saray a Tekîrdagê dimîne û xwendekara Beşa Mamosteyî ya Îngilîzî ya Zanîngeha Trakyayê bi nexweşîna penceşêrê bû. Di 15’ê nîsana 2013’an de Wezîrê Derdor û Bajarvaniyê Erdogan Bayraktar ê wê demê jî di çarçoveya gera Trakyayê de çûbû Edîrneyê. Ozçelîk a nexweş çûbû gel Bayraktar û ji bo dermankirinê alîkariya dermanên penceşêrê xwestibû. Lê wezîr Bayraktar li şûna temînkirina dermanan û alîkariya tibî xwest hinek pere bixe berîka Ozçelîk. Ozçelîk li hember nêzîkatiya Bayraktar bertek nîşan da û wiha gotibû: “Ez ne parsek im. Di mijara mirovahiyê de carek din xeyalênmin şikestin.” Ozçelîk piştî van gotinên xwe pere li wezîr zivirandibû û bi kelegirî xwe dûr kiribû.    Berteka Ozçelîk a nexweşa penceşêrê li Tirkiye bûbû rojev. Ozçelîk ji ber nexweşîna penceşêrê ya lenf neçar mabû dev ji perwerdehiya xwe berde. Bi salan bû Ozçelîk li dijî penceşêrê têdikoşiya. Duh rewşa Ozçelîk giran bû malbatê wê rakiribû nexweşxaneyê. Ozçelîk li gel hemû mudaxeleyan nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da û hat veşartin.