Rojnameger Ozugurlu: Ya gefan li Tirkiye dixwe ne Efrîn El Nusra ye 2018-01-15 10:12:40 STENBOL - Rojnameger û nivîskar Musa Ozugurlu,  bal kişand ser geşedanên di navbera Tirkiye û Efrînê de û diyar kir ku ya gefan li Tirkiye dixwe ne Efrîne  El Nusra ye. Ozugurlu xwest Tirkiye rastiya kurdên Sûriye nas bike.  Piştî daxuyaniyên Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayip Erdogan êrdîşên li dijî Efrînê zêde bûn. Der barê geşedanên di navbera Tirkiye û Efrînê de Rojnameger û nivîskar Musa Ozugurlu,  bal kişand ser polîtîkayên Tirkiye yê li dijî Efrînê. Ozugurlu, da zanîn ku yê gefan li Tirkiye dixwe ne Efrîne  El Nusra ye. Ozugurlu xwest Tirkiye rastiya kurdên Sûriye nas bike û wiha got: "Tirkiye Kurdan ji bo xwe gef dibîne. Lê ve ne rast e. Kurd ji Sînorê Iraqê heta Cerablusê serdest in. Dîsa li Êfrinê jî serdest in. Lê ji ber ku Êfrin ji perçeyên din qut in, Tirkiye Efrînê dike hedefa xwe. Wê wekî hedefek hêsan dibîne. Ji dîrokê heta niha kurd li Efrînê hen e. Ger ku Tirkiye Efrînê ji bo xwe talûke bibîne, gelek rêxistinên çekdar li vê herêmê hene. El Nusra, El Kaide û gelek rexistinên din hene. Divê Tirkiye li şûna Êfrinê El Nusra talûke bibîne."    Ozugurlu, anî ziman ku du ajandayên Tirkiye yên bi Sûriye re hene û wiha got: "Yek jê armanc dike ku Esad ji ser dikê bixe xwar. Ya duyemîn li dijî tevgera kurd e. Tirkiye di demên dawî de dixwaze êrîşî Êfrinê bike. 3 sedemê vê yekê hene. Yek jê dixwaze li dijî rêveberiya Sûriye bike maşik. Ya din dixwaze li dijî DYA bike maşik. Ya sêyemîn jî dixwaze li dijî Îran û Rûsya bike maşik. Îran û Rûsya bi çavê ku pirsgirêka kurd dikare bê çareserkrin dinere. Lê Tirkiye hebûna kurdan red dike. Ji ber vê yekê gefan li Efrînê dixwe. Ger ku Tirkiye êrîşî Efrînê bike dê Rûsya, Îran û DYA bide hemberî xwe."   Ozugurlu, destnîşan kir ku ji bo Tirkiye êrîşî Efrînê bike divê destûrê ji gelek welatan bistîne. Divê Tirkiye li gorî Rûsya, Îran ango Şamê tev bigere. Di encamê de ger ku Tirkiye têkeve Efrînê dê DYA û welatên din dîne hemberî xwe. Ketina Tirkiye ya Efrînê li dijî berjewendiyên Rûsya Îran û DYA ye. Ji ber vê yekê divê Tirkiye rastiya kurdan nas bike. Divê qebûl bike ku kurd li Sûriyê hêzek mezin in. Xuya dibe ku Şam dixwaze bi Kurdan re rûnê û li çareseriyê bigere. Divê Tirkiye vê rastiyê qebûl bike. Divê mirov mayinde li çareseriyê bigere. Divê Tirkiye dest ji polîtîkayên derve yên şaş berde. Di pêvajoya Astana de ji bo krîza di Kongreya Diyaloga Neteweya Sûriye de çareser bibe divê kurd bên qebûl kirin. Divê êdî Tirkiye kurdan qebûl bike.