Bedelê binçavkirina 29 rojan a ixbara bêbinî 4 hezar TL ye 2018-01-15 09:51:01 AMED – Îhsan Sevîktek bi hinceta îxbarek bêbinî 29 rojan di binçavan de ma û pişt re der barê wî de biryara neşopandinê hat dayîn. Sevîktek dema binçavan de bû ji ber teqîna li dijî Miduriyeta Polîsan rû da birîndar bû, dadgehê biryar da ku ji bo wî bi giştî 4 hezar û 124 TL tezmînat bê razandin.  Di 7’ê cotmeha 2016’an de li dijî rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navçe û bajar ên Amedê polîsan operasyon pêk anîbû û 55 kes binçav kiribûn. Yek ji yê hatibû binçavkirin jî Îhsan Sevîktek bû. Sevîktek li ser îxbarek bêbinî ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve der barê wî de tê kirin biryara binçavkirina wî hat derxistin. Di 7’ê cotmeha 2016’an de di serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin.    LI ŞÛNA NEXWEŞXANEYÊ BIRIN DIBISTANA POLÎSAN    Sevîktek ji ber Rewşa Awarte 29 roj li Miduriyeta Polîsan a Amedê di binçavan de ma. Di 4’ê mijdara 2016’an de li dijî Miduriyeta Polîsan êrîşek bombeyî pêk hat û li gel Sevîktek gelek kes di vê avahiya polîsan de bûn. Ji ber teqînê Sevîktek ji gelek deverên laşê xwe birîndar bûn. Di teqînê de Hevserokê DBP’ê yê navçeya Çunguşê Recaî Altay û 2 polîsan jî jiyana xwe ji dest dabû. Li şûna Sevîktek bibin nexweşxaneyê lê wî sewqî dibistana polîsan a li ser riya Farqînê kirin. Sevîktek di êvara 4’ê mijdara 2016’an de sewqî Edliya Amedê kirin û bêyî lêpirsîna wî ya dozgeriyê pêk bê ew berdan.    29 ROJ BINÇAVKIRINA KÊFΠ   Serdozgeriya Komarê ya Amedê ku der barê lêpirsîna Sevîktek de dida meşandin di 22’ê tîrmeha 2017’an de biryar neşopandinê da. Piştî biryar teqez bû parêzerê Sevîktek, Yunus Muratkan bi boneya muwekîlê wî bêheqî hatiye binçavkirin, ewlehiya kes û azadiya wî hatiye binpêkirin li dijî Xazîneya Dewletê ji bom adî û manevî doza tezmînatê vekir. 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê daxwaznameya muwekîl qebûl kir û diyar kir ku Sevîktek bêyî ku gumana sûcek li ser hebe û bi agahiyên bêbinî hatiye binçavkirin. Li gel hemû îtîraz û îftirayan jî dadgehê biryara ku Sevîktek 29 roj bi awayekî kêfî di bin çavan de hatiye hiştin da.    BEDELÊ TRAVMAYÊ 4 HEZAR Û 214 TL   Li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 3’yemîn danişîna dozê hat dîtin û biryar hat aşkerekirin. Dadgehê daxwaza madî û manewî qebûl kir û biryar da ku ji bo madiyatê hezar û 214 TL û ji manewiyatê jî 3 hezar TL bi giştî 4 hezar û 214 TL tezmînat ji bo Sevîktek bê razandin.    Li aliyê din Îhsan Sevîktek di 25’ê kanûna 2009’an de li Amedê di bin navê operasyona “KCK” de hatibû girtin û piştî 27 meh girtî ma di sibata 2012’an de hatibû berdan. Sevîktek bi 151 siyasetmedarên kurd re ku dihat darizandin hatibû beratkirin.    MA / Denîz Tekîn