Kes dengê wan nabihîze 2018-01-15 09:25:44 MÊRSÎN - Li Tarsûsê, koçber û karkerên demsalî yên ji neçarî di konan de dimînin, ji ber barîna zêde konên wan zirar dîtin. Konên welatiyan di nava heriyê de man, lê kes dengê wan nabihîse û welatî ji rayedaran bi gazinçin.  Di heftaya derbas bûyî de li Mêrsînê ji ber barîna zêde lehî rû da û di encama lehiyê de konên koçber û karkerên demsalî di heriyê de man. Welatiyên ji ber şerê li Riha û Sûriyeyê reviyan û li taxa Kelahmet a navçeya Tarsusa Mêrsînê bi cih bûn, ji bêhestiyariya rayedaran bi qazinçin.   Hayriye Dagtekîn a karkera demsalî ku 8 salin ji Rihayê tê Tarsusê, diyar kir ku ji ber barîna zêde, necar man ku roja despêkê konê xwe terk bikin. Dagtekîn, anî ziman ku gava baran bariya li mala şînê ya gund de man û wiha axivî: “Gava baran rawestiya em vegeriyan cihê xwe, lê konên me di heriyê de mabûn. Em nizanin emê çawan tê de bijîn. Ji ber sermaya zivîstanê, jiyana konan pir zore. Mîna xanî nîne. Ger li mal bûma mine klîma pêxista û me yê xwe gerim bikira. Lê jiyana di konan de ne wisane. Ji ber barîna zêde nava kon pir serma digire. Darên me şilbûn û tiştekê em bişewitînin tune. Bi zaroka xwe ya 2 mehî re ji necarî di van şertan de dijîm. Piştî barînê me konên xwe paqij kirin, lê ji ber ku erd şile hûndir gerim nabe. Heya niha kesekê destên alîkariyê dirêjî me nekirine.”       'ZAROK JI SERMAN NEXWEŞ KETIN’   Hamît Dagtekîn jî, diyar kir ku ji ber nava konan şile zarokên wan nexweş dikevin û wiha axivî: “Bi salane dixebitim, lê tu carî şert û derfet ji bo me nehatin  başkirin.” Dagtekîn, heriya li dora konên xwe nîşan da û behsa zoriyên dijîn kir.     ‘ME JÎ DIXWEST MALEK ME HEBE’    Huseyîn Xalo jî, diyar  kir ku her sal ji ber lehiya radibe bi bandor dibin û wiha axivî: “Ez koçber û karkerê zeviyan dikim. Ji necarî di bajarê konan de dijîm. Kes alîkariya me nake. Piştî lehî rabû, ji necarî nêzî 15 km meşiyam heya gehiştim gel xizmên xwe. Sala bûrî jî ev rewş hat jiyîn. Kesekê pirsa me nekir. Ji ber şer em reviyan û em li vê derê ketin bin deynan. Ji bo em bijîn  em zoriyên gelek mezin dibîn in. Jiyana di konan de pir xerabe. Em ji dixwest malek me hebe. Lê ji ber şer niha em divê rewşê dene.”