'Dewlet hemû polîtîkayên OHAL'ê li dijî Îmraliyê dixe meryetê' 2018-01-14 17:35:38 WAN - Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrînê Newroz Uysal, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vîna bi milyonan mirovî temsîl dike, lê dîsa jî di tecrîdeke giran de tê girtin û ev tişt got: "Dewleta Tirkiyeyê hemû polîtîkayên OHAL'ê li dijî Îmraliyê dixe meryetê." Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê, li Salona Konferansê ya Erekê ya Odeya Sayayî û Bazirganiyê ya Wanê (VATSO) de panela "Pêvajoya diyasî ya dawî" li darxist. Di panelê de wekîlên HDP'ê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mîthat Sancar, parêzerên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) û Buroya Hiqûqê ya Asrînê, endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Dayikên Şemiyê û gelek kes amade bûn.   Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrînê Newroz Uysal, parêzerê OHP'ê Denîz Yildiz û wekîlê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar wekî axaftvan beşdarî panelê bûn.   'TECRÎD BI TÊKOŞÎNA GEL RADIBE'    Uysal bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û aşkera kir ku şertên Ocalan her ku diçe giran dibe û ev tişt got: "Birêz Ocalan vîna bi milyonan mirovan e, lê îro di tecrîdeke girankirî de tê girtin. Piştî 15'ê Tîrmhê OHAL hat îlankirin. Dewleta Tirkiyeyê hemû polîtîkayên OHAL'ê li ser Îmraliyê dimeşîne. Kê demê operasyon zêde bibin û tundî bi pêş keve, dixwazin dengê Birêz Ocalan qut bikin û ji wê rojê vir ve hevdîtina bi Birêz Ocalan re pêk nayê. Ji 5'ê Nîsanê vir ve me hemûyan bi hev re dît. Birêz Ocalan bi îşkenceyeke li demê hatiye belavkirin re rû bi rû ye. Hemû serlêdanên me yên ji bo hevdîtinê bê encam amn. Tecrîd û pêvajoya siyasî bi giştî bi hev ve girêdayî ye. Bi tecrîdê dixwazin Birêz Ocalan bidin ji bîrkirin. Ji fikrên Birêz Ocalan ditirsin. Bi girtina Birêz Ocalan dixwazin tevgera kurd tune bikin. Îro jî armanc ev e. Dixwazin têkoşîna mafdar a gelê kurd tune bikin. Divê ji bo tecrîd rabe, têkoşîna gelan mezin bibe."   ‘BI CILÊN YEK TÎP ÎŞKENCEYÊ REWA DIKIN’    Parêzerê OHP'ê Demîz Yildiz jî destnîşan kir ku pêkanîna cilên yek tîp ne nû ye û ev tişt anî ziman: "Bi vê pêkanînê hemû maf binpê kirin. Cilên yek tîp di serî de mirovan wekî kesê sûcdar dide nîşan. Dê ev yek wisa bike ku darizandineke bi rêk û pêk dernekeve holê. Ev yek dê îşkenceyê rewa bike."    'BI TECRÎDÊ DIXWAZIN BIPELÊXIN'   Wekîlê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar jî bal kişand ser pêkanîna cilên yek tîp û tecrîdê û wiha axivî: "Tecrîd tenê pêkanîneke bi girtîgehê re sînorkirî nîne, vînekî, hêzekî û bandorê li ser civakekî dike. Bi tena serê xwe hiştin û pelixandinê esas digire. Tecrîda li ser Birêz Ocalan raste rast vê dide nîşan. Kîjan demê ev desthilatdarî ji pêvajoya demokrasiyê vekişiya be, tecrîda li ser Birêz Ocalan şidandiye. Bi tecrîdê li ser polîtîkaya şer serwer dibe. Tecrîd tenê mirovekî di nava çar diwaran de girtin nîne, tercîheke gelekî girîng a siyasî ye. Ji bo wê jî têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna li dijî şer û polîtîkaya tundiyê ye."   Sancar aşkera kir ku pêkanîna cilên yek tîp pergalek e û aşkera kir ku koalîsyona AKP, MHP û Ergenekonê, bi cilên yek tîp civakê ditepisîne.