Erdogan gef li gelên li Efrînê xwar 2018-01-14 16:17:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyîp Erdogan di kongreya partiya xwe ya li Tokatê de axivî û gef li genên li Efrînê xwar. Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, beşdarî kongreya AKP'ê ya li Tokatê bû. Erdogan wekî her carê dîsa gef li genên li Efrînê xwar û ev tişt got: "Em bi biryar in ku bi heqê yên li aliyê sînorê me derkevin. Înşaleh rojên pêş, em ê operasyona xwe ya Mertalê Firatê berfireh bikin û li dijî Efrînê bidomînin."