Ji ber zexîreyên ji mala xwe re kirî 6 sal ceza lê hat birîn! 2018-01-14 09:22:10 ÊLIH - Li Kercewsê der barê Mehmet Gelîr de ji ber arvan û zexîreyê ku ji mala xwe re kiribû doz hatibû vekirin. Di dozê de pêşî 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Lê belê her çi qas dadgeha îstinafê biryar xera kir, dîsa jî cezayê wî kirin 6 sal û 3 meh.  Mehmet Gelîrê li Taxa Dereîçî yê Kercewsa Êlihê dijî, di sala 2013'an de ji ber kîsên arvan ên ji bo mala xwe kirîn, der barê wî û Beşîr Oranê li Kerborana Mêrdînê dijî doz hatibû vekirin û Dadgeha Cezayê Giran a Midyadê 4 sal û 2 meh ceza li wan birîbû. Gelîr ji ber mala wî dûrî navenda bajêr e erzqên xwe bi tomerî dikire, lê belê leşkerên ku wesayîta wî sehî kirin bi îdiaya van erzaqan ji rêxistinê re dibe desteser kirin. Di encama lêkolîna lêpirsînê de hat îdiakirin ku Beşîr Oranê ku ji ber canbaziyê têkiliya wî bi Gelîr re heye jî, wek hevkarê sûc hat dîtin û der barê wî de jî doz hat vekirin.    Di darizandinê de Mehmet Gelîr parêzî kir û got ji ber ew li malbateke 12 kulfetî dinihêre û mala wî dûrî navenda bajêr e, ew erzaqên xwe bi tomerî dikire. Lê belê dadgehê îdia kir ku kesekî ku li derî bajêr bijî, dûrî aqilan e ku evqas erzaaq bikire. Her wiha her çi qas Gelîr destnîşan kir ku ew û Oran heywanan dikirin û difiroşin, lê dîsa jî dadgehê derpêş kir ku di axaftinên wan ên telefonê de pir behsa pereyan hatiye kirin û ev pere ji bo rêxistinê tê şandin. Her çi qas der barê Gelîr û Oran de delîl tune bin jî Dadgeha Cezayê Giran a Midyadê herkê 4 sal û 2 meh ceza li wan birî.    Gelîr û Oran îtirazî biryarê kirin. Dîreya Cezayê ya 4'emîna Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê biryar nirxand û dosye xera kir û ji Dadgeha Cezayê Giran a Midyadê re şand. Lê belê Dadgeha Cezayê Giran a Midyadê dubare dosye raçav kir û Qanûna Muhakemeya Cezayî bin pê kir û biryareke skandal da û cezayê berê zêde kir. Dadgehê der barê Oran de biryara beraetê da, cezayê Gelîr jî zêde kir û kir 6 sal û 3 meh.