Wê sibê kesên li Êlihê zarok îstismar kiribûn bên darizandin 2018-01-14 09:21:34 ÊLIH - Li Êlihê 5 kesan G.'ya 14 salî îstismar kiribû. Der barê bersûcên ku G. îstismar kiribûn de bi daxwaza ji 3 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê doz hatibû vekirin. Dê sibê danişîna duyemîn a dozê pêk bê.  Di 8'ê Tebaxa 2017'an de li Êlihê 5 kesan G.'ya 14 salî îstismar kiribû. Der barê van kesan de doz hatibû vekirin. Wê sibê danişîna duyemîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Êlihê pêk bê. Der barê xwediyê dikana bûkaniyan Yildiz Ç. de ku G.'ya 14 salî li cem wê dixebitî, Eflatûn E. ku xwe wek keya dabû nasîn, Mehemt Şakir A. yê dikana wî ya penêr heye û Heves T.'yê ku li fîrmayeke geştê bilêtan dibire de bi tawanbariya "îstismarkirina zayendî ya zarokan" doz hatibû vekirin.    TEVÎ KU DELÎL HEBÛN JÎ 2 BERSÛC HATIN TEHLIYEKIRIN    Di îdianameyê de der barê kesên G.'yê îstismar kirine de ji 3 salan heta 15 salan cezakirina wan tê xwestin. Danişîna ewil di 20'ê Mijdara 2017'an de pêk hatibû û heyeta dadgehê biryara berdewamiya girtina bersûc Yildiz Ç. û Eflatûn E. dabû. Lê belê heyeta dadgehê, tevî delîl û îfadeyan jî biryara berdana Heves T. û Mehmet Şakîr A. dabû.    Wê sibê danişîna duyemîn a dozaê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Êlihê pêk bê.