ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2018'AN 2018-01-14 09:01:19 * 11'emîn Fûara Pirtûkan a Çukurovayê îro bi dawî dibe. Xebatkarê KOR Kîtap Yayinlari (Weşanên Pirtûkan a KOR) Burhan Coşar, diyar kir ku krîza aborî bandor li ser kirîn û firotina pirtûkan dike, edîtorê Weşanên Aramê Ulaş Guldîken jî da zanîn ku xwendevan herî zêde pirtûkên qedexekirî dixwazin. *Ji ber daxwaznameya ku ji Wezareta Dadê re şand, girtîgehê 11 roj cezayê hucreyê li Sabahattîn Tekînê girtî birî. Dadweriya Înfazê ceza xera kir. Îdareyê jî serî li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Anadoluyê da û ji vir jî tu encam wernegirtin. Li ser vê îdareyê serî li du dozgeran da û giliyê Tekîn kir.    *Cinayeta Nîhat Kazanhanê 12 salî ku 3 sal berê dema li ber deriyê malê dilîst bi guleya polîsan mir, ji roja ewil ve ji aliyê siyasiyan, saziyên dewletê, polîs û medyaya hewzê ve bi awayekî kolektîf hat xwestin ku ser wê bê nixumandin û bê ceza bê hiştin.    *Li Êlihê 5 kesan G.'ya 14 salî îstismar kiribû. Der barê bersûcên ku G. îstismar kiribûn de bi daxwaza ji 3 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê doz hatibû vekirin. Dê sibê danişîna duyemîn a dozê pêk bê.    * Li Kercewsê der barê Mehmet Gelîr de ji ber arvan û zexîreyê ku ji mala xwe re kiribû doz hatibû vekirin. Di dozê de pêşî 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Lê belê her çi qas dadgeha îstinafê biryar xera kir, dîsa jî cezayê wî kirin 6 sal û 3 meh.    *Yek ji girtîyên Girtîgeha Mamakê ya di serdema 12'ê Îlonê de li dijî pergala "Cilên Yek Tîpî" di ber xwe da Sema Yigit, diyar kir ku çawa wê demê girtiyan di ber xwe dan, dê îro jî di ber xwe bidin. Yîgît xwest ji hêza xwe bawer bibin.    *Endama Platforma Yekitiya Jinên Kurd Duysal Karataş, diyar kir ku ew ê ji bo yekitiya neteweyî hem di asta herêmî û hem jî di ya giştî de civînan pêk bînin û wiha got: "Qedera me, êşa me û jana me yek e. Werin em bi hev re tev bigerin."   *Gelê Taxa Lîmonlûyê ku li Mêrsînê berê bi lîmonên xwe navdar bû, ji ber her diçe qîmeta lîmonan kêm dibe, berê xwe dan hilberîna mûzan.    * Meaclîsa Ekolojiyê ya HDP'ê, dê 2'emîn komxebata Enerjiyê li Navçeya Bodrumê ya Muglayê pêk bîne. (10.00)   * Meclîsa Jinan a HDP’ê dê konferansa Jinan a Herêma Marmara li Otela Taksim Hillê, Konferansa Jinan a Enqereyê jî li avahiya Navenda Giştî ya Tum-Bel Senê pêk bîne. (10.00-11.00)   * HDP, dê li dijî cilên yek tîp li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna bi malbatên girtiyan re pêk bîne. (12.00)    * Platforma Demokrasiyê dê li salona Konferansê ya Prz. Tahir Elçî ya Baroya Êlihê li dijî OHAL'ê panelê pêk bîne. (13.00)   * Çalakiya Kolana Yukselê dê di roja 432'an de berdewam bike. (13.30-18.30)   * KESK, dê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtînga "Ne OHAL'ê demokrasî" pêk bîne. (15.00)