‘Xebatkarên TV10'ê serbest berdin’ 2018-01-13 17:06:00 STENBOL - Xebatkarên TV 10'ê di çalakiya 67'an de xwestin rêveberê televîzyona wan Velî Buyukşahîn, Velî Haydar Guleç û kameramanê wan ê girtî Kemal Demîr serbest bên berdan. Xebatkarên TV 10'ê ya di çarçoveya Biryara Di Hukmê Qanûnê De (KHK) hat girtin, ji bo televîzyona wan careke din bê vekirin, cara 67'an li Qada Galatasarayê hatin gel hev. Di çalakiyê de pankarta "Dengê elewiyan nikare bê qutkirin" hat vekirin û daxuyaniya hefteyê Serokê Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF) Muhîttîn Yildiz xwend.   Yildiz da zanîn ku rejîma zext û pelçiqandinê êrîşên xwe dewam dike, di 10'ê mehê de Serokê Lijneya Rêveber a TV 10'ê Velî Buyukşahîn û endamê Lijneya Weşanê Velî Haydar Guleç hatine binçavkirin û xwest serbest bên berdan. Yildiz rewşa kameramanê TV 10'ê Kemal Demîr jî bi bîr xist û aşkera kir ku girtina Demîr bêdengkirina dengê demokrasiyê ye.   Yildiz got ku elewiyan soza têkoşînê daye û dê heta dawiyê xwedî li mafên xwe derkevin.