Di OHAL'ê de şidet û bêhiqûqî zêde bû 2018-01-13 16:50:10 ENQERE - Riza Turmen di panela OHAL'ê de axivî, aşkera kir ku OHAL bi awayekî dij hiqûqî tê bi rêvebirin, Baskin Oran jî got ku hikumetê cebîr û şidet xistiye dewrê, makeqanûn binpê kiriye û ev jî bi sûcê muebeta giran re wekî hev e. Platforma Li Dijî OHAL'ê panela "Di OHAL'ê de demokrasî, Di Vî Halî De Hilbijartin Nabe" li dar xist. Panel li Baroya Enqereyê de pêk hat, avakara AKP'ê Fatma Bostan Unsal, wekîlên AKP'ê Ersonmez Yarbay, AbdullatîfŞEner, Ahmet Faruk Unsal û Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen jî di nav de gelek kes beşdar bûn.   Axaftina vekirinê Ahmet Faruk Unsal kir û ev tişt got: "Di derbeya 15'ê Tîrmehê de wekîlan li Meclisê, gel li kuçeyan destûr nedan vê rêveçûna lanetî." Unsal bal kişand ser OHAL'ê û aşkera kir ku OHAL ji derveyê armanca xwe tê xebitandin û divê destûr neyê dayîn. Abdullatîf Şener jî diyar kir ku ew li dijî OHAL'ê derketine û wiha hatine desthilatdariyê û wiha axivî: "AKP ji bo sûcên xwe veşêre, OHAL'ê dirêj dike."   ORAN: ERDOGAN JI KENAN EVREN DERBAS KIR   Prof. Dr. Baskin Oran, aşkera kir ku bîrnaînên Erdoganên ku nehatine nivîsandin, ji bîrnaînên Kenan Evren ên nehatine nivîsandin derbas kine û wiha axivî: "Ez ji vir dixwazin xîtabê desthilatdariyê bikim. Em li elemetekî sîwar bûne û diçin qiyametê. Ev ji bo her kesî derbas dar e. Ji ber ku ne pêkan e hemû welat bi cezayê heta hetayê bê cezakirin, lê pêkan e ku rêveberên AKP'ê bi cezayê heta hetayê bên cezakirin. OHAL ji derveyê makeqanûnê tev digere. Bi OHAL'ê biryarên mayînde nikarin bên girtin. Yew ev zanîngehê radikin zanîngehê ava dikin. Dê hêj çi bibe. Hikumet bi cebîr û şidetê, makeqanûnê binpê dike. Ev jî wekî sûcê muebetê giran e."   SONMEZ: JI HER DEMÊ BÊHTIR ÊRÎŞ ZÊDE BÛN   Berrîn Sonmez, rewşa jinan a di serdema OHAL'ê de nirxand û wiha pê de çû: "Tiştên ku niha tên jiyîn ji demên borî ne cudatir e, lê ji her demê zêdetir jin îro di bin êşîşan de ne. Ez di 28'ê Sibatê de ji akademiyê hatim avêtin. Em hemû aliyên vê yên ku bandorê li ser jinê dike nîqaş nakin. Li her derê cîhanê pirsgirêkên jinan wekî hev hene. Em wekî Platforma Edalet û Maf, ji bo pêvajoyeke wekî 28'ê Sibatê neqewime, em divê di nava hewldanan de bin."   UNSAL: LI DIJÎ NIYEQIYÊ DERKETIN SUNETA XWEDÊ YE   Avakara AKP'ê Fatma Bostan Unsal jî destnîşan kir ku êşa wan a herî mezin ew e, karkerekî înşaetê yê 39 salî xwe şewitandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Meclis ne xwedî însiyatîfê ye, ji bo wê jî divê gel însiyatîfê bigire. OHAL'ê di warî aborî û siyasî de em têk birin. Serokomar çi dibêje. Bi xebitandina navê min tu bêhiqûqiyê nekin. Ev xala keyfî ya dawî ye."   TURMEN: DI SERDEMA OHAL'Ê DE BÊHIQÛQÎ ZÊDE YE   Darazê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) yê berê, endamê Însiyatîfa Ji bo Demokrasiyê (DÎB) Riza Turmen pirsa çima 6 caran OHAL hatdirêjkirin pirsî û ev tişt anî ziman: "Tu hincetên dirêjkirina OHAL'ê tune. Her roja ku diçe OHAL dibe rejîmeke mayînde. OHAL bêbaweriya ji civakê ye. Piştî hilbijartinên sala 2019'an dê OHAL bibe wekî rejîmekî. Di vê rewşê de hilbijartin nabe." Turmen aşkera kir ku di serdema OHAL'ê de bêhiqûqî derketiye asta herî jor.