Rojnameger Selman Keleş sewqî edliyê kirin 2018-01-13 16:18:22 AMED - Rojnameger û nûçegîhanê dihaberê ya bi KHK'ê hat girtin, Selman Keleş, sewqî Edliyeya Amedê kirin.  Rojnameger û nûçegîhanê Wanê yê dîhaberê ya ku bi KHK'ê hat girtin Selman Keleş duh li Amedê hat binçavkirin. Keleş ê duh hat binçavkirin îro sewqî Edliyê ya Amedê kirin. Rojnameger Keleş dema tevî Rojnameger Arîf Aslan di 20'ê Adarê de nûçe dişopandin hatibû girtin û piştî 8 mehan şûnde ew derxistibûn pêşberî dadgehê. Keleş û Aslan di 21'ê Mijdarê de li dadgehê hatibûn berdan, lê li ser îtiraza dozger dîsa der barê wan de biryara girtinê hatibû dayîn. Keleş ku der barê wî de biryara girtinê hebû li Amedê hat binçavkirin. Keleş piştî hat binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Amedê. Keleş pitî danê nîvro sewqî Edliyeya Amedê kirin û dê bi riya SEGBÎS'ê tev li Dadgeha Nobedar ya Cezayê Sulhê ya Wanê bibe.