TÎHV'ê li Wanê nûnertiya xwe vekir 2018-01-13 16:17:10 WAN – Sekreterê Giştî Metîn Bakkalci di vekirina nûnertiya TÎHV'ê ya Wanê de axivî, aşkera kir ku armanca wan ew e li dijî binpêkirina mafên mirovan û îşkenceyê tê bikoşin. Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) li Wanê nûnertiya xwe vekir. Di vekirina nûnertiya TÎHV'ê de Sekreterê Giştî Metîn Bakkalci, endama Lijneya Rêveberiya Navenda Giştî ya TÎHV'ê û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Sevîm Salîhoglu, endamê Lijeneya Rêveberiya TÎHV'ê Coşkun Ustercî, Pisporê Tiba Edlî Umît Bîçer, Prof. Berna Arda, Dr. Levent Kutlu, Berdevkê TÎHV'a Stenbolê Umît Efe, Platforma Şaxên KESK'ê yên Wanê, Şaxa ÎHD'a Wan, parêzerên endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), endamên MEYA-DER û TUHAD-FED'ê yên bi KHK'ê hatin girtin jî di nav de gelek kes amade bûn.   Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci diyar kir ku piştî derbeya 12'ê Îlonê yekane saziya ku hatiye avakirin ÎHD ye û ev tişt got: "Piştî nîqaşên ku ÎHD û TTB'ê meşandin, kesên ku îşkenceyê û mumeleya xirab dîtiye, divê bi rêk û pêk bên dermankirin û di rehabîlîtasyonê re bên derbaskirin, ji ber wê TÎHV hat avakirin. Li her derê Tirkiyeyê, kesên ku îşkene dîtin û pêwîstiya wan bi rehabîlîtasyonê heyî serî li saziya me dan û em ji bo wan bûn alîkar."   Bakkalci destnîşan kir ku armanca wan ew e pêşî li binpêkirinên mafan û îşkenceyê bigirin û wiha axivî: "Ji bo vê em xwedî tecrubeyeke taybet in. Ev sererastkirin bi heqîqet û edaletê ve girêdayî ye."    Bakkalci da zanîn ku dê nûnertiya wan tenê bi Wanê re sînor nemînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji jor berbi jêrê ve li Şemzînan, Gever, Colemêrgê, ji jorê ve Agirî jî di nav de em ê li ser erdnîgariyek berfireh xebatên xwe bimeşînin. Ji bo em îro li ser piya bimînin û sibê ava bikin, hesab pirsîn girîng e. Em ê hemû tecrûbeyên xwe di vir de seferber bikin. Em ê bi hev re di nava hewldanan de bin."