TSK Efrînê topbaran dike 2018-01-13 15:40:55 EFRÎN – TSK, li dijî Efrînê ku Serokê AKP'ê Erdogan operasyona li dijî bajar bibîr xist, topbaran dike.  Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan îro jî operasyona li dijî Efrînê bibîr xist. Piştî daxuyaniya Erdogan Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), li dijî bajarê Efrînê dest bi topbaranê kir. Hat diyar kirin ku TSK li ser sînorê Hatayê li dijî gundê Dir Belot û Şiye yên herêma Cindirêsê topbaran dike. Hat zanîn ku Heyet Tehrir El Şam (HTŞ) jî li diji gundê Îska yê Şerewa û Celeme yê Cindirês ên Efrînê topbaran dike.    Hat zanîn ku YPG jî li dijî êrîşan bersîv dide.