Rêxistinên elewiyan: Bila xebatkarên TV10 serbest bên berdan 2018-01-13 14:09:27 EDENE – Platforma Elewiyên Edeneyê, binçavkirina serokê lijneya rêveberiyê û endamên TV 10'ê jî di nav de 30 kesan şermezar kir û xwest serbest bên berdan.  Platforma Elewiyên Edeneyê, bal kişand ser binçavkirina Serokê Lijneya Rêveberiya TV 10'e Velî Buyukşahîn û Endamê Lijneya Weşanê Velî Haydar Guleç û 30 kesên ku hatin binçavkirin û xwest demil dest serbest bên berdan. Daxuyaniya li şaxa Komeleya Çandê ya Elewiyan (AKD) hat dayîn, berdevkên saziyên elewiyan, wekîlê CHP'ê yê Edeneyê Îbrahîm Ozdîş jî tev li bûn. Li ser navê platformê Serokê Komeleya Piştgirî û Alîkariya Gundên Derûdorê û Bulamaniyên Edeneyê (Bulam-Der) Yilmaz Parlak axivî û xwest xebatkarên TV 10'ê serbest bên berdan.   Parlak xwest bê hiqûqiyê bi dawî bikn û aşkera kir ku tu hewldana hikumetê ya çareseriyê tune û bal kişand ser OHAL'ê û ev tişt got: "TV 10 pirsgirêkên elewiyan tanî ziman. TV, rojname, radyo û ajans bi KHK'ê hatin girtin. Dewlet dixwaze şertên OHAL'ê her dem zindî bihêle. Naxwaze tu tiştî bibîhîse." Parlak xwest kesên di bin çavna de demil dest serbest bên berdan.