Panela têkildarî yek tîpî ‘bifikar’ hat dîtin 2018-01-13 12:54:54 WAN - Panela têkildarî pêkanîna kincên yek tîpî ku dê sibe Rêxistina HDP’a Wanê li dar bixista, Walitiyê bi hinceta “Naveroka wê bifikare” qedexe kir.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê bi tevlîbûna Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar têkildarî pêkanîna kincên yek tîpî li TSO Wanê panel li darbixista. Lê Walîtiya Wanê bi hinceta “Naveroka wê bifikare” panel qedexe kir. Hevserokê HDP’a Wanê Umît Dede, bertek nîşanî qedexeya walitiyê da û wiha axivî: “Ferzkirina pêkanina kincên yek tîpî ya li ser girtiyan, qebûl nakin û dê li dijî vê pêkanînê li ber xwe bidin.”   Dede, da zanîn ku ev pêkanîn bi tu awayî nayê qebûl  kirin û wiha got: “Lê hikûmet bi israr derbarê vê pêkanînê de rêziknameyan ade dike. Em wekî HDP’ê xwest li dijî vê vê pêkanîna bi keyfî, sibe li TSO ya Wanê panelekê li darbixin. Lê walitiyê ev çalakiya me  qedexe kir.”   'EM QEDEXEYÊ NASNAKIN Û EM Ê PANELA XWE LI DARBIXIN'   Dede, dest nîşan kir ku pêkanîna kincên yek tîpî ne tenê li ser girtiyan, li ser hemû welat tê ferz kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Weke ku di Dadgeha Bilindde  jî tê gotin partiyên siyasî unsûrên jêveneger ên demokrasiyê ne. Encex faliyetên wiha me asteng bikin. Em ê sibe saet 12.00’an li avahiya xwe ya Artemêtê bi gelê xwe re kom bibin û panêla xwe li dar bixin.”