Hem heye hem tune 2018-01-13 10:54:09 ŞIRNEX - Li Qilabana Şirnexê, Qereqola Tepê Sînek a gundiyên herêmê tev dizanin, di fermiyetê de tune ye. Di 1’ê Çile de êrîş li dijî qereqolê pêk hat. Di êrîşê de 6 leşkeran û endamê YJA-STAR’ê Ayşe Baykal jiyana xwe ji dest dabûn. Lê tevî hemû serlêdanên malbatê cenazeyê Baykal nadin malbatê.  Li navçeya Qilabana Şirnexê HPG’ê di 1’ê Çileyê de êrîşî Qereqola Tepê Sînek kirin. HPG derbarê êrîşê de daxuyanî da û diyar kir ku di êrîşê de endama YJA-STAR’ê Ayşe Baykal (Zozan Cudî), Yasemîn Balli (Dîcle Firat û 6 leşkeran jiyana xwe ji dest dane. Li ser vê yekê parêzerê malbata Ayşe Baykal, Tamer Gogan serî li saziyên fermî yên Qilaban û Şirnexê dan. Lê rayedarên fermî ji parêzeran re got “Di lêpirsîna hat kirin de, rastî tu qeydên fermî nehatine” û hemû hewldanên malbatê bê encam man. Ligel ku HPG’ê nasnameya endama YJA-STAR’ê Ayşe Baykal eşkere kir jî, cenazeyê wê nayê ditîn.       DOZGER: QEYDEK WIHA TUNEYE   Serdozgeriya Komarê ya Qilabanê di bersiva nivîskî ya da serlêdana Prz. Dogan de ev tişt gotin: “Di lêpirsîna qeydên me yên …UYAP’ê de, tu qeydên fermî yên di 1’ê Çile de êrîşî Qereqola Tepê Sînek hat kirin û di encamê de ku tê payîn Ayşe Baykal û 6 leşkaran jiyana xwe ji dest dane, tuneye. Derbarê vê bûyerê de tu lêpirsînên fermî nehatine kirin.”     SAZIYÊN FERMÎ: QEREQOLEK WIHA TUNEYE   Prz. Tamer Gogan, diyar kir ku piştî daxuyaniya HPG’ê ji bo cenazeyê Baykal bigirin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê, Serdozgeriya Komarê ya Qilabanê, Qeymeqamtiya Qilabanê û Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê dane, lê heyan niha tu encam bi dest nexwistine.    Dogan, derbarê hevdîtinên bi rayedarên fermî yê bi Qilabanê re kirin jî ev tişt gotin: “Hemû kesên me bi wan re  hevdîtin kir, bi yek devî axivîn. Ji Qeymeqam biriin heya dozger, hemûyan gotin qereqolek wiha tuneye. Diyar ku ji bo veşartina mirina 6 leşkeran ferman hatiye dayîn.”   RAYEDAR: BAREGEHEK ME YA WISAN TUNEYE   Dogan, anî ziman ku wan bi gundiyên Qilabanê re hevdîtin kirin û wiha got: “Hemû gundiyan gotin Qereqola Tepê Sînek heye. Berî OHAL’ê gundiyan dikarîbûn biçin van herêman û cenazeyan bigirin. Lê destûr nadin em biçin herêmê. Ji bo em cenaze bigirin me serî li rayedarên fermî da. Ji me re gotin ‘hûnê bi saxî ji wir dernekevin, kê we kuştibe dê ne diyar be.’ Di dema hevdîtina me bi qeymeqam re dikir de jî bi rayedarek bi tesadûf ket hundir û wî jî got ‘Raste cihek wisane û ne baregeha me ye.’ Gumana me ewe ku cenazeyan vedişêrin.”    ‘EM TENÊ DIXWAZIN CENAZEYÊ AYŞE BIBÎNIN’   Dogan, da zanîn ku dixwazin ser bûyerê bigirin û wiha bilêv kir: “Em tenê dixwazin xwedî cenazeyê Ayşe derbikevin, cenazeyê wê bibînin û defin bikin. Ji ber vê yekê em ser bûyerê de evqas diçin. Bê hiqûqî pir zêde bûye û ceza kirin ji holê hatiye rakirin. Em di serdemek wihan dene. Em di rewşekê bitirs dene ku muwekîlê min bi saxî girtibin. Gelo bi birîndarî hat girtin, an jî dixwazin ji holê rabikin? Gelo îşkence dikin? Ji ber van gumanên xwe êdî em ditirsin ku ji ber vê yekê rastiyê vedişêrin.”     Prz. Dogan destnîşan kir ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwestine ku bûyerê bibin Meclîsê û wiha bi dawî kir: “Malbata Baykal a li Stenbolê dijî, dê cardin serî li Saziya Tipa Edlî û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bide.”