‘Em dê eniya NA bi HDP’ê re bikin yek' 2018-01-13 09:14:02 AMED - Endama Meclîsa HDP’ê Nuran Îmir, der barê Kongreya HDP'ê ya 3'yemîn ku dê di 11'ê Sibatê de bê lidarxistin de diyar kir ku ew ê bi vê kongreyê hemû muxalifan bi rêxistin bikin. Îmîr, anî ziman ku ew ê hemû hêza NA'yê di bin banê HDP'ê de bikin yek.  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê di 11'ê Sibatê de li  Sehaya Arena ya Enqereyê Kongreya Asayî ya 3'yemîn li dar bixe. Amadekariyên kongreyê ji niha ve dest pê kirin. Beriya kongreyê li gelek bajaran rêveberên HDP'ê li nava esanf û welatiyan digerin û gel ziyaret dikin. Nerîn û pêşniyarên gel digirin. HDP armanc dike ku bibe dengê hemû gelên li Tirkiyeyê. Ji bo vê yekê jî dixwaze nerîn û fikrên her kesî bigire û ji hemû pirsgirêkên Tirkiye re bibe bersiv. HDP armanc dike ku bi 30 hezar kesî kongreyê pêk bîne. Têkildarî kongreyê Endama Meclîsa HDP'ê Nuran Îmir, diyar kir ku bi vê kongreyê armanc dikin ku hemû hêzên muxalif di bin banê HDPê de kom bikin û bi rêxistin bikin. Îmîr, da zanîn ku ew ê hemû hêza NA'yê bi HDP’ê re bikin yek.    ‘EM DÊ ÎTÎRAZA MILYONAN BI RÊXISTIN BIKIN Û BIKIN HÊZ'    Îmir, destnîşan kir ku ew di rewşa OHAL'ê de kongreya xwe pêk tînin û di vê pêvajoyê de bi sedan endam û rêveberên wan hatin girtin û hêj tên girtin. Îmîr da zanîn ku wan starta 8'ê Adarê daye û dê xwe ji nû ve bi rêxistin bikin û wiha berdewam kir: "Em ê tevî hemû astengî û zahmetiyên li Tirkiyeyê kongreya xwe pêk bînin. Em dê li gorî ruhê pêvajoyê kongreya xwe pêk bînin. Em armanc dikin ku bi pêngavek mezin dest bi sala 2018’an bikin. Em armanc dikin ku hêza milyonan bi rêxistin bikin û bikin hêza çareseriyê."    Îmir, da zanîn ku xebatên kongreyê bi konferansên herêmê dest pê kirin û xebatên wan tev erênî pêş dikevin. Îmîr, destnîşan kir ku hem konferansên jinan û hem jî konferansên giştî erênî û serkeftî pêk hatin û wiha got: "Hem di aliyê naverokê û hem jî di aliyê girseyê de erênî bû û encamên girîng derketin. Me xwe bi civînan gihand gelek kesan. Me kêmasî û şaşiyên xwe ji nû ve tespît kirin. Me nerîn û pêşniyar girtin."    'EM DÊ ENIYA NA BI HDP'Ê RE BIKIN YEK'   Îmir, destnîşan kir ku ew dê eniya NA'yê bi HDP'ê re bikin yek û di bin banê HDP'ê de bi rêxistin bikin. Îmîr, da zanîn ku hêz û rola jinê jî pir girîng e û wiha lê zêde kir: "Hem jin nêviyê civakê ye, hem jî pêşengiya civakê dike. Ji ber vê yekê rola jinê mezintir û diyarker e."     EM DÊ JI HERÊMÊ 5 HEZAR KES TEV LI KOGREYÊ BIKN'   Îmir, herî dawî da zanîn ku ew girîngiyek pir mezin didin kongreyê û armanc dikin ku tenê ji herêma Amed û Botanê 5  hezar kesan tev li kongreyê bikin û wiha got: "Em dê bi ruhê 7'ê Hezîranê kongreya xwe ya 3’emîn pêk bînin. "