Karkerê înşeatê li ber Meclîsê xwe şewitand 2018-01-12 19:08:42   ENQERE– Karkerê înşeatê S.A. ku diyar kir pirsgirêkên wî yên aborî zêde ne, li ber Meclîsê agir berda bedena xwe. Karkerê înşeatê S.A. (39) ku diyar kir ku pirsgsirêkên wî yên aborî zêde ne, 50 metre dûrî Meclîsê, li ber Nexweşxaneya Meclîsê agir berda bedena xwe. Bi mudaxileya polîsên Meclîsê agir hat tefandin û S.A. rakirin nexweşxaneyê. S.A. sotemenî ji ser serê xwe rijand bedena xwe û paşê heste pêxit. Piştî agir bi kincên S.A. ketin, polîsan mudaxile kir û tefandin. Hat diyarkirin ku hêla çepê ya serê S.A. şewitiye û bi ambulansê ew rakirin nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Numûneyê ya Enqereyê.