Hevşaredarê Bêgirê Tunç hat berdan 2018-01-12 15:31:13   WAN – Hevşaredarê navçeya Bêgirê Mehmet Alî Tunç ji doza jê dihat darizandin hat tahliyekirin.    Di 13’ê çileya 2017’an de li navçeya Bêgirê ya Wanê Hevşaredarê Bêgirê Mehmet Alî Tunç ê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û xebatkarên şaredariyê di serdegirtina malan de hatibûn girtin. Danişîna doza der barê Tunç û xebatkarên şaredariyê Yemlîhan Akkuş, Ercan Dîlmaç, Hekîm Kohan û Zekî Yildiz de hat vekirin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Tunç, xebatkarên şaredariyê yên girtî û parêzerên wan  di danişînê de amade bûn.    Piştî parastinên hatin kirin heyeta dadgehê biryara tahliyeya Hevşaredar Tunç da û der barê her 4 kesên din de jî biryara domandina girtinê da.