Baroya Amedê: Em ê destûrê nedin bûyer kiryar nediyar bimîne 2018-01-12 15:11:59 AMED – Endamên Baroya Amedê bertek nîşanî nedîtina kiryarên kuştina Tahîr Elçî dan û gotin ku ew ê destûr nedin ku dê bûyera Elçî kiryar nediyar bimîne.  Rêveber û endamên Baroya Amedê di hefteya 109’emîn de ji bo kiryarên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin bên dîtin û dosyeya lêpirsîna wî bi bandor bê birêvebirin li ber Edliya Amedê çalakiya xwe domandin. Parêzer bi cubeyên xwe beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta wêneyê Elçî li ser a bi nivîsa “Em ê te ji bîr nekin” hildan.    Di çalakiyê de Sekreterê Giştî yê Baroya Amedê Mahsum Bati axivî û bibîr xist ku li gel 2 sal bi ser bûyera Tahîr Elçî re derbas bûye hêzên li pey bûyerê û kiryar dernexistine holê û got: “Em carek din bang li rayedaran dikin ku bila kiryarên Tahîr Elçî derbixin û radestî darazê bikin. Heta kiryar bên dîtin û darizandin em ê li vir çalakiya xwe dewam bikin. Tahîr Elçî tevahiya jiyana xwe li dijî bêhiqûqî û bêczakirinê têkoşînê kir. Em jî wek hevalên wî dê destûr nedin ku dosyeya Elçî kiryar nediyar bimîne.”    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.