HDP li dijî cilên yek reng bi malbatên girtiyan re dicive 2018-01-12 15:06:54 AMED – HDP dê li dijî binpêkirina mafan a li girtîgehan û sepandina cilên yek rengî roja yekşemê bi malbatên girtiyan re bicive.  Rêxistina Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) a Bajarê Amedê têkildarî binpêkirina mafan a li girtîgehan ku roja yekşemê civîna nirxandinê pêk bîne, li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yigîtalp, Hevserokên HDP’a Amedê Şerîf Camci û Fîlîz Buluttekîn beşdarî civînê bûn.    Yigîtalp di civînê de axivî û destnîşan kir ku bi OHAL’ê re li girtîgehan şert û mercên giran li ser girtiyan tên ferzkirin û desthilatdarî vê pêvajoyê bêtir aloztir dike. Yigîtalp da zanîn ku hikumet bi weşandina KHK’iyan dixwaze civakê bike yek teşeyî û bi sepandina cilên yek rengî dixwaze vîna girtiyan bişkênin.    ‘EM Ê XETEK HEVPAR AVA BIKIN’    Yigîtalp anî ziman ku ew ê roja yekşemê li dijî pêkanînên li girtîgehan û cilên yek rengî bi malbatên girtiyan re bicivin û wiha got: “Ji bo em çareserî ji van binpêkirin û pêkanîna re bibînin, daxwaza mabaltan jî bi me heye. Em ê bi malbatan re xetek hevpar ava bikin. Me bi malbatan re planek hevpar kir. Em ê cilên yek rengî qet qebûl nekin.”    ‘BI RÛMETA MIROVAN DILEYÎZ IN’    Hevseroka HDP’a Amedê  Fîlîz Buluttekîn jî pêkanînên li girtîgehan ên binpêkirina mafan, zext û cilên yek rengî jî wek “pêkanînên aqilê mirov nagire” nirxand û got ku dixwazin bi sepandina cilên yek rengî dixwazin bi rûmeta mirovan bileyîzin. Buluttekîn got ku ew ê roja yekşemê bi malbatan re kom bibin û pêvajoya li girtîgehan binirxînin.