Demîrtaş anîn Edliya Bakirkoyê 2018-01-12 14:31:34 STENBOL – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji bo danişîna doza jê tê darizandin anîn Edliya Bakirkoyê.  Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji bo danişîna doza jê tê darizandin ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê anîn Edliya Bakirkoyê. Demîrtaş bi îdiaya “Heqaret li Serokomar Erdogan kiriye” tê darizandin û di çarçoveya vê dozê de li 38’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Bakirkoyê dê derkeve pêşberî dadger.   Li aliyê din boneya piştgiriya dozê bi sedan welatî, nûnerên saziyan û gelek parlamenterên HDP’ê jî hatin ber Edliya Bakirkoyê. Welatiyan bi dirûşmeya “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin. Sekna girseyê li ber edliyê didome.