Ji bo jehrîbûyîna xwendekaran dest bi lêpirsînê kirin 2018-01-12 14:28:25 COLEMÊRG - Li Şemzînanê, derbarê xwendevanên bi jehrîbûn de, lêpirsîna edlî û îdarî hat destpêkirin.  Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, derbarê 176 xwendevanên ji xwarinê jehrî bûn, lêpirsîn hat destpêkirin. 176 xwendevanên dibistanên navîn û seretayî yên Tekelî yên navçeyê, di 11’ê Çile de ji ber ku goştê mirişkê xarin, dilê wan xeliya û gêj bûn. Xwendekarên rakirin nexweşxanê piştî hatin derman kirinê, bijişkan şandin malê. 176 xwendekarên nexweş ketin, derbarê firmaya xizmetê dide û rayedarên dibistanê de lêpirsîn hat destpêkirin.     Serbijîşkê Nexweşxanê Dr. Selçûk Kaba têkildarê xwendevanên jehrî bûyîn de daxuyanî da û  wiha got: “Teşhîsa xureka bi jehrî ji bo xwendekaran hat kirin. Mudaxileya pêwîst hat kirin. Bi awayekê giştî di xwendekaran de tu pirsgirêk tuneye.”