ATK’ê cenaze qebûl kirin: Divê ji bo DNA’yê malbat serlêdan bikin 2018-01-12 14:06:56 STENBOL – Parlamentera HDP’ê Mizgîn Irgat bi boneya cenazeyên ji Goristana Xerzanê derxistin bi rayedarên ATK’a Stenbolê re hevdîtin kir. Irgat diyar kir ku ATK’ê gotiye hestî li gel wan in û li ser van hestiyan lêkolîn dikin. Irqat xwest malbat cenazeyan ji bo DNA’yê serî li dozgeriyan bidin.  Ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a girêdayî Bedlîsê 267 cenaze hatibûn derxistin û biribûn Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê. Hevberdevkê Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP) Serhat Çakmak, Parlamenterên HDP’ê Ayşe Acar Başaran û Mizgîn Irgat li gel malbatan çûn ATK’a Stenbolê û der barê cenazeyan de agahî girtin.    Wekîlên HDP’ê Başaran û Irgat li gel parêzer Çakmak bi rayedarên ATK’ê re hevdîtin kirin.    ‘NASNAMEYA CENAZEYAN LÊKOLÎN DIKIN'    Piştî hevdîtina li gel ATK’ê Mizgîn Irgat daxuyanî da û got: “ATK’ê ji me re got ku li ser nasnameyên hestiyên ji wan re hatine şandin dixebitin. Ji bo dê kengê cenazeyan bidin malbatan û bi rêbazek çawa dê bidin jî, piştî ATK dê hevdîtina li gel Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê biryara xwe bide. Tenê ji me re gotin ku ew li ser nasnameya cenazeyan dixebitin.”    ‘MALBAT MEXDÛR IN’   Irgat da zanîn ku tevahiya malbatan mexdûr in û xwest demildest xebata li ser cenazeyan bi dawî bibe û cenaze bên radestkirin. Irgat anî ziman ku ATK’ê agahiyên divê ji bo teşhîsa cenazeyan malbat biçin ATK’ê xwînê ji bo DNA’yê bidin û malbatên li ne li Stenbolê jî li cihê dimînin biçin serî li serdozgeriyan bidin dane wan.    ‘DIVÊ MALBAT SERÎ LI HDP’Ê Û ÎHD’Ê BIDIN’    Parlamenter Ayşe Acar Başaran jî xwest ku malbat divê biçin serî li dozgeriyan bidin û li gel vê serlêdanê jî malbat dikarin serî li HDP’ê û ÎHD’ê jî bidin û piştgiriyê daxwaz bikin.