Rapora pêzan malbata Muharrem bi qusûr dît 2018-01-12 14:06:17 NAVENDA NÛÇEYAN - Muharrem Taş ê 2 salî yê 4 salan berê li Wanê ji ber rê girtî bû nebirin nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest dabû, Serdozgerê Komarê yê Wanê ji ber îhmalan der barê peywirdaran de lêpirsîn dabû destpêkirin, lêpirsîn bi biryara "cih ji lêpirsînê re tune" bi dawî bû. Di rapora pêzan de malbata Muharrem bi qusûr hat dîtin. Malbata Taş a li gundikê Çelî ya gundê Dimê (Yalinca) a navçeya Wanê dijî, di 1'ê Sibata 2014'an de êvarê zarokê wan ê 2 salî Muharrem Taş nexweş ketibû û ji ber ku rê bi berfê girtî bû, malbatê alîkarî xwestibû. Lê heta alîkarî çûbû zarokê piçûk jiyana xwe ji dest dabû, bavê wî cenazeyê kurê xwe di çiwalekî de dabû pişta xwe û bi kîlometreyan meşiya bû. Bûyera di raya giştî de deng veda, der barê 4 saziyan de lêpirsîn hatibû destpekirin. Lê Waliyê Wanê destûr nedabû lêpirsînê, Baroya Wanê serî li Dadgeha Îdarî ya Herêmê dabû û itiraz kiribû û piştre destûra lêpirsînê hatibû dayîn.   LÊPIRSÎN BI DAWÎ BÛ   Serdozgerê Komarê yê Wanê, der barê mirina Muharremê piçûk de lêpirsîn da destpekirin û di mirina zarok de îhmalkarî dît û der barê Navenda Fermandariya Lezgîn a 112'an, cendirme û xebatkarên dayreya taybet de, bi sûcdariya "bi texsîrî bûne sedema mirina mirovan" û "peywira xwe bi xirabî pêk anîne" lêpirsîn da destpêkirin û lêpirsîn bi encam bû.   'CIH JI LÊPIRSÎNÊ RE TUNE'    Serdozger der barê peywirdarên ku îhmalkariya wan di mirinê de heye û muştekîl dee rapor amade kir, herî dawî biryar da ku "pêwîstî bi lêpirsînê tune." Bav Abdulvahap Taş aşkera kir ku berê tu pirsgirêkên tenduristiya kurê wî tune bûne û der barê rayedaran de ji ber ku rê venekirine gilî kir. Peywirdarên Îdareya Taybet a Bajêr jî îfade dan û dan zanîn ku çi ji destê wan hatiye wan kirine û sûcdariyên der barê xwe de qebûl nekirin.   KESÊ PÊZAN: MALBAT SÛCDAR KIR   Di rapora kesê pêzan ku di çarçoveya lêpirsîna 13’ê Kanûna 2017’an hatiye amadekirin, di 6’ê Sibata 2014’an de xebatên ji bo vekirina rêya girtî ya 9 kîlometre ya di navbera mezraya Sicaksu-Çeliyê de dest pêkirî de, hat diyar kirin ku di 8’ê Sibata 2014’an saet 06.00 qediya ye.    Di rapora kesê pêzan de ev tişt hatin gotin: “Piştî Muharrem Taş nexweş ket û 10 saet şûn de jiyana xwe ji dest da, mirovan dide fikarandin. Di nava gel de ev nexweşiya ku weke ‘nexweşiya navberê’ tê dîtin, baş nehatiye derman kirin û zarok mîna hemû ferdên malbatê divabû di zivîstanê de li navenda Wanê bihata hiştin.     ERKDAR LI GORÎ ERKA XWE TEVNEGERIYANE   Personelên Navenda Kontrola Serkariyê ya 112’an li gorî erka xwe tevnegeriyan û îhmalkarî di vê pêvajoyê de hatiye dîtin. Piştî mirina Muharrem Taş, ji bo ambulansa cenazeyê daxwazek li gorî tevgerê nehatiye çêkirin, erkdarên ev daxwaz ne anîne cih jî li gorî hatiye xwestin nêzîkatî diyar nekirine.   Di biryarê de hat gotin ku agahiya di çarçoveya dosyeyê de, gava belge û kesê pispor ê di çarçeveya  raporê de tên bi dest girtin, qisûr nehatiye dîtin û li ser navê çemaweriyê hewçehî bi lêpîrsînê nehatiye dîtin.