Wezaretê der barê HOH’ê de lêpirsîn da destpêkirin 2018-01-12 13:50:00 ENQERE – Wezareta Karê Hundir der barê Komeleya Tevgera Taybet a Gel de lêpirsîn da destpêkirin.  Wezareta Karê Hundir der barê Komeleya Tevgera Taybet a Gel (HOH) de lêpirsîn da destpêkirin. Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê, gelek kesên bi fermana hikumeta AKP'ê derketin kolanan, hatibû îdiakirin ku van kesan çekên tekakesî ji hildane. Herî dawî di bin navê HOH'ê de hin hêz derketin holê û vê yekê di raya giştî de fikarên wekî AKP kesên sivîl bi çek dike da avakirin. Li ser vê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îdiaya der barê HOH’ê de bir Meclisê. Hêj ev mijar di rojevê de cih digire.   Herî dawî Serokê Giştî yê HOH’ê Fatîh Kaya diyar kir ku di salekê de li 22 bajaran hejmara endamên wan gihîştiye 7 hezar kesî.