Di KHK'a dawî de skandala agahiyên nasnameyan 2018-01-12 12:39:23 ENQERE - Hikûmeta AKP’ê bi KHK’a herî dawî derxistî îmze avêt bin skandalek nû û numara nasnameya T.C. welatiyan jî di KHK’ê de weşand.  KHK’a Hejmara 697’a di çarçoveya OHAL’ê de ku hat derxistin, hezar û 823 karkerên çemawerî yên ji derveyê vîna wan ragihandina Bylock pêk anîn, karê wan hat îadekirin. 262 kesa jî hatin  îhraç kirin û du saziyên çapemeniyê hatin girtin. Hikûmetê di KHK’a derxist de îmze avêt bin skandalekê. Dewlet ku bi parastina ewlekariya agahiyên derbarê welatiyan de erkdare, di listeya kesên peywira wan hatin îadekirin de, numareya nasnameyên T.C’a wan jî hatin weşandin.  Hikûmetê de di îsteya “hêjara 3” de nav û numareya nasnameya T.C’a welatiyan jî weşandin.