Rojnameger Azak hat binçavkirin 2018-01-12 12:05:03 ÇEWLIG – Polîsan bi ser mala xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Yuksel Azak de girt û binçav kirin.  Polîsan serê sibê bi ser mala xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Yuksel Azak de girt. Polisan piştî lêgerînê Azak binçav kirin. Polîsan compîtorek, têlefonek û pirtûkek li mala Azak jî desteser kirin.    HINCETA BINÇAVKIRINÊ GILÎKIRIN E   Hat zanîn ku hinceta binçavkirina Azad li ser gilîkirenek di sala 2016’an de hatiye kirin. Hat hînbûn ku dema giliyê Azad hatiye kirin ew li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê de ragirtibûye û di 24’ê hezîrana 2017’an de tahliye bûye.    Malbata Azad destnîşan kir ku dema gilî bûye ew di girtîgehê de bûye û hinceta binçavkirinê sosret e.    Hat zanîn ku Azak li Miduriyeta Polîsan a Çewligê tê ragirtin.