Başaran: Komîsyona OHAL’ê biryaran çima vedişêre? 2018-01-12 11:48:40 ENQERE - Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku wan Komîsyona OHAL’ê ziyaret kir û wiha got: “Komîsyona OHAL’ê ji bo pêşiya serlêdanên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bigire hatiye avakirin. Ji xwe di rewşa heyî de vê erkê pêk tîne. Bi rastî jî ger desthilatdarî çareseriyê dixwaze, divê komîsyonê berfireh bike, biryaran zelal bike û hêjmara personelan zêde bike.” Endamên Komîsyona Lêpirsîna Mafê Mirovan a Meclîsê, Komîsyona Lêpirsîna OHAL’ê ku nêzî salekiyê hatî avakirin ziyaret kirin. Di komîsyona heya niha 104 hezar û 398 serlêdan ji bo wê hat kirin, bi giştî 200 personel vê xebatê dimeşîn in. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, ku di Komîsyona Lêpirsîna Mafê Mirovan a Meclîsê de cih digire, piştî hevdîtinên 2 saetan ên bi komîsyonê re, çavdêriyên xwe parve kir.     'KOMÎSYONÊ LI GORÎ XWE KRÎTER AVAKIRIN E'   Başaran, bêşdîtinên komîsyonê yên dê di nava du salan de bi 200 personelan re 104 hezar û 398 serlêdanan bi dawî bikin, rexne kir û wiha axivî: “Di em hevdîtinê de em gihan encamek wiha. Ne gengaze ku dinava du salan de evqas dosye bên lêkulînkirin. Gelek dosye hene. Divê ev dosya yek bi yek bên lêpirsîn kirin.”    Başaran, rêbazê komîsyon pêk tîne jî nirxand û wiha got: “Gava komîyona biyar dide, li gorî krîterên xwe biryar dide. Me derbarê rêbazên xebatê de agahî girtin. Heya du salan dem heye. Komîsyonê hin kriter diyar kirine. Li gorî xwe lêpirsînê dike. Li gorî xwe delîlan kom dike û biryar dide. Ev rêbazek pir ne bi tenduriste. Di krîteran de krîterên mîna bylock’ê bi pirsgirêk hene. Bylock berî 20 rojan bi tena serê xwe sedema cezayê bû, lê niha n wisane. Di pêvajoyek evqas bi pirsgirêk de komîsyona OHAL’ê pir bi tendurist naxwebite. Em gehiştin vê baweriyê.”     'ERKA MEKANÎZMEYA DADGER HATIYE DAYÎN'   Başaran, diyar kir ku tu biryareke dadgehê ya erênî derbarê serlêdanên komîsyonê de tuneye û wiha bilêv kir: “Komîsyonê di heman demê de erka mekanizmaya dadgehê jî girtiye ser xwe. Di encamê de dadgehê tu biryar îxraç kirina mirovan nedaye û komîsyon jî vê dinirxîne. Di deweltên hiqûqî yên normal de, divê krîterek tenê hebe. Erka komîsyonê ne darizandina mirovane, ku erka mekanîzmeya dadgehê ji bo komîsyonê hatibe dayîn jî, divê mirov biçin wir û xwe biparêzên. Lê tu fonksiyonek komîsyonê ya wiha tuneyen.”   'KOMÎSYON ÇI VEDIŞÊR E?'   Başaran, civak li benda edaletê ye û wiha domand: “Em gotinên komîsyonê yên ‘Em binesazî avakir, herêm û gahî kom kirin û emê bi biryaran lêz bidin xebata xwe. Dinava hefteyekê de emê hezar dosyeyan bi encam bikin.’ rast nabîn in û tu eleqeya wê bi rastiyê re tuneye. Hîna ku KHK tên weşandin. Serlêdan hîn jî pir çêdibin. Em nizanin çawan biryaran jî didin. Gelo çi vedişêrin, armaca wan tê çi wateyê? Em nizanin.”    'HÎNA JÎ DOSYEYÊN GULMEN Û OZAKÇA NEHATINE LÊPIRSÎN'   Başaran, da zanîn ku hîna  jî dosyeyên Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça nehatine lêpirsîn kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê mijarê de agahiyek şenber nedan me. Dê di demek kinde biryar derbikeve an na nizanim. Ev komîsyon dê nekare birînên mirovan derman bike. Komîsyona OHAL’ê ji bo pêşiya serlêdanên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bigire hatiye avakirin. Ji xwe di rewşa heyî de vê erkê pêk tîne. Bi rastî jî ger desthilatdarî çareseriyê dixwaze, divê komîsyonê berfireh bike, biryar zelal bin û hêjmara personelan zêde bike.”