Di 24 saetên dawî de 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine 2020-10-24 20:12:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 69 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 91 kesên din jî bi şewbê ketine.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin.    Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 69 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 91 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 9 hezar û 727 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 359 hezar û 784.