Piştî hat berdan 4 meh şûnde jiyana xwe ji dest da 2020-10-24 16:42:05   BEDLÎS - Sûat Aygun ê li Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê girtîbû û ji ber timorê di serê xwe de hatibû emeliyatkirin, piştî hat berdan, 4 meh şûnde jiyana xwe ji dest da.    Sûat Aygun ê 3 salan di Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê ma û herî dawî ji ber êşa serê xwe wî rakiribûn nexweşxanê, derketibû holê ku di serê wî de timor. Aygun ji bo emeliyata timor, di meha Hezîranê de li ser îtîraza parêzerên xwe hatibû berdan. Aygun ji ber nexweşiya xwe, her tim li Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê dihat dermankirin. Aygun duh bi şev li mala xwe, jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Aygun, li aliyê xizmên wî ve li Goristana Zeydan a Bedlîsê hat definkirin.