Wesayîta eskerî qeza kir: 4 jê giran 11 esker birîndar bûn 2020-10-24 16:27:20   ŞIRNEX - Li navçeya Elkê ya Şirnexê, wesayîta zirxî ya li dewriyê digeriya qeza kir. Di qezayê de 4 jê giran, 11 esker birîndar bûn.    Li nêzî gundê Çeman a girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê, wesayîta zirxî ya li dewriyê digeriya, ji ber sedemekê nehat zanîn qeza kir. Di qezaya de, 4 jê giran, bi giştî 11 esker birîndar bûn.     Hat hînbûn ku eskerên birîndar bûn, bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Eskerî ya Şirnexê.