Orhan Vatansever ê ku bû sedama kuştina Aslan hat binçavkirin 2020-10-24 16:13:53   AMED - Orhan Vatanser ê ku bû sedem Mustafa Aslan xwişka xwe Melek Aslan qetil bike, piştî li Navçeya Serdivanê ya Sakaryayê hat binçavkirin, anîn Muduriyeta Emniyetê ya Amedê.    Di 21'ê Cotmehê de Mustafa Aslan ji Semsûrê hatibû Amedê û xwişka xwe Melek Aslan qetil kiribû. Hatibû hînbûn ku yê ku bûye sedema kuştina Melek Orhan Vatasever ê 35 saliye. Dûre derketibû holê berê jî Orhan Vatansever tundî li Melekê kiriye û têkildarî wî de biryara dûrxistinê hatibû dayin.    Di çarçoveya fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, Orhan li Navçeya Serdivan a Sakaryayê hat binçavkirin û piştre sewqî Stenbolê hat kirin. Piştre Vatanserver radestî ekîba polîsên ji Amedê çûbû Stenbolê hat kirin û ew anîn Amedê.